​​​​​​​Aram Hena: Tirkiyê sûdê ji mijulbûna cîhanê bi Ukraynayê digre û êrişî dike

Berdevkê QSD`ê Aram Hena got, dewleta Tirk sûdê ji şerê Ukrayna – Rûsyayê digire da ku planên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne. Aram Hena anî ziman ku civata navneteweyî û dewletên garantor berpirsên sûcên dewleta Tirk ên li dijî şêniyên herêmê ne.

​​​​​​​Aram Hena: Tirkiyê sûdê ji mijulbûna cîhanê bi Ukraynayê digre û êrişî dike
6 nîsan, 2022   23:40
HESEKÊ

Bi destpêka tevgera leşkerî ya Rûsya ya li Ukraynayê re  ku di 24`ê Sibata borî de dest pê kir, dewleta Tirk a dagirker hewl da sûdê ji vê yekê bigre da ku planên xwe pêk bîne.

Dewleta Tirk a dagirker her tim siyaseta xwe ya berfirehbûnê li ser şerê li cîhanê ava dike. Bi vê yekê hewl dide serdema Osmanî ya tijî komkujî vejîne û xwe weke rêvebera projeya îxwanî li herêmê nîşan dide. Van planan bi rêya destekdayîna ji hemû rêxistinên terorîst re destpêkê ji Ixwan Muslimîn û heta çeteyên DAIŞ`ê pêk tîne.

Di vê çarçoveyê de Berdevkê QSD`ê Aram Hena ji ANHA`yê re axivî û got, dewleta Tirk dixwaze êrêkirinê bigre da ku êrişên nû li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne ku bikaribe berjewendî û planên xwe yên terorîst pêk bîne û dibîne ku mijûlbûna cîhanê bi şerê Ukrayna – Rûsya derfete da ku vê êrişê pêk bîne.

Aram Hena destnîşan kir ku dewleta Tirk têkiliyên xwe li ser esasê berjewendî û planên berfirehkirina qada dagirkeriyê ava dike û got: " Em dibînin ku dewleta Tirk bi aliyê rûsî – amerîkî ve diçe da ku planên xwe yên dagirkirinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir bike."

Di rojên dawî de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li ser cihên olî û gundên ku sivîl lê dijîn zêde kirin. Bi vê yekê dixwaze ku şêniyan neçarî koçberiyê bike. Di encama topbaranê de hejmarek welatî birîndar bûn, her wiha zerarên mezin gihaştin mal û milkên wan.

Li ser vê mijarê Hena ev tişt anî ziman: "Ji van êrişan siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmên me diyar dibin ku tevahî pêkhateyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef. Gelek caran dewleta Tirk hinceta êrişa li dijî beşekê yan jî aliyekî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikar dianî. Lê bi rêya êrişên dawî û hedefgirtina cihên olî, binesazî û pêkhateyên herêmê hate diyarkirin ku ew dixwaze aramî û ewlehiya herêmê xira bike her wiha derfetê ji rêxistinên terorîst re veke ku komkujiyan li herêmê pêk bîne."

Hena bal kişand li ser êrişa di roja Cejna Ekîto de û wiha domand: "Ji destpêka meha Nîsanê de artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe zêde kirin. Armanca wê ji vê yekê ku hîn zêdetir komkujiyan pêk bîne. Me dît ku çawa helbestvan Ferhad Merdê yê ji bo pîrozbahiya Cejna Ekîto diçû Tirbespiyê, kir hedef. Her wiha endamê Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Suryanî û wergervanê wî li Til Temirê hatin hedefgirtin."

Artêşa Tirk beriya çend rojan stasyona kehrebeyê ya li Til Temirê kir hedef. Tevî ku ev stasyon tenê sed metreyan nêzî baregeha Rûsyayê ye, lê Rûsya tu helwest li hemberî wê neda.

Têkildarî peywendiya wan bi hêzên rûsî û Koalisyona Navneteweyî re Aram Hena ev tişt anî ziman: "Em rasterast bi hêzên Koalisyona Navneteweyî û hêzên rûsî yên li herêmê re di nava peywendiyan de ne. Em raporên meydanî bi awayekî zelal û rasterast û encamên wê yên neynî li ser welatî û gundewarên ku sivîl têde dijîn, bi wan re parve dikin."

Aram Hena destnîşan kir ku aliyên navneteweyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berpirsa binpêkirinên dewleta Tirk e, her wiha bang li civata navneteweyî kir ku helwesta xwe ji bûyerên ku li herêmê çêdikin eşkere bike.

Berdevkê QSD`ê Aram Hena bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "QSD`ê ji bo misogeriya aramî û ewlehiya herêmê,  her wiha  ji bo sekna li hember çavnebariyan, hemû tedbîrên pêwîs digire. QSD'ê hêzên parastinê ne, di demên guncaw û şeklê guncaw de bersiva jêdera êrişê didin."

(bx)

ANHA