`PDK`ê dixwaze hemû erkên serdestiyê yên Iraq û Başûrê Kurdistanê bi kontrol bike`

Analîzvanê siyasî Burhan Şêx Reûf PDK`ê rexne kir ku hewl dide desthilat Iraqê û Başûrê Kurdistanê kontrol bike û li pey erka serokkomariyê ye jî. 

`PDK`ê dixwaze hemû erkên serdestiyê yên Iraq û Başûrê Kurdistanê bi kontrol bike`
7 nîsan, 2022   05:52
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BERAKAT

Li Iraqê, piştî hilbijartinên di 10`ê Cotmeha 2021`an de li dar ketine, aloziya hikumeta nû ya iraqê heye. Hevbendiya Saêron bi pêşengiya oldarê şîî Muqteda El-Sadir di radeya yekemîn de di hilbijartinan de bi ser ket. Lê tevî vê serkeftinê Muqetda El-Sadir nekarî hikumeta nû ava bike ku bi Mesûd Barzanî û Mihemed El-Helbûsî re hevbendiyek ava kir.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di çarçoveya hewldanên kontrolkirina desthilatê de, lihevkirina di navbera xwe û Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) de ya têkildarî erkên serdestiyê yên Iraqê binpê kir. Ruxmî ku erka serokkomariyê li gorî lihevkirina navborî ya YNK`ê ye, lê PDK`ê namzetek xwe ji bo serokkomariyê diyar kir.

Analîvanê siyasî Burhan Şêx Reûf ê ji Başûrê Kurdistanê sedema aloziya avanekirina hikumeta Iraqê vegerand, serhişkiya hinek hêzan û paşguhkirina hêzên din û tercîhkirina berjewendiyên partiyetî yên teng li ser berjewendiyên bilind ên gelê Iraqê ye.

Der barê hewldanên PDK`ê yên ji bo derxistina aloziya nemzetê serokkomariyê û sînordarkirina rola YNK`ê de Buran Şêx Reûf got: “PDK`ê her tim hewl dide erkên serdestiyê yên Iraqê û Başûrê Kurdistanê kontrol bike.”

`PDK`Ê DIXWAZE YNK`Ê TÊK BIBE`

Reûf destnîşan kir ku YNK`ê di helwesta xwe de bi israr e û wiha domand: “Berê, lihevkirin di navbera PDK û YNK`ê de têkildarî parvekirina erkên serdestiyê li Iraqê û Başûrê Kurdistanê hebû. Ji bo parastinê vê hevsengiyê, YNK`ê banga mafên xwe yên erkên serdestiyê dike, bi taybet serokkomariya Iraqê. Lê PDK`ê heta vê kêliyê bi israr e ku namzetek din pêşniyar bike da ku YNK`ê têk bibe.”

Reûf diyar kir ku YNK`ê li hember PDK`ê disekine û wiha pê de çû: “YNK`ê dev ji mafên xwe bernade. Dê bi hevalbendan re kar bike da ku mafên xwe wek hêzeke sereke li Iraqê biparêze ku ji bo mafên gelê Kurd û doza kurd dixebite.”

`DEWLETA TIRK DIXWAZE HERÊMÊN DÎTIR DESTESER BIKE`

Di dawiyê de Reûf îşaret bi rola dewleta Tirk û hewldanên wê yên ji bo firehkirina hegemoya xwe li Başûrê Kurdistanê bi hevkariya PDK`ê û got: “Ji mêj ve dewleta Tirk hewl dide timayên xwe yên li Iraqê pêk bîne. Ev hewldan heta niha berdewam in. Her wiha bi gûrbûna aloziya siyasî û xitimandina siyasî re dewleta Tirk mudaxeleyî kar û barên Iraqê dike û rêzê ji serdestiya Iraqê re nagire, armanc jî destserkirina herêmên din e.”

(şx)

ANHA