​​​​​​​Mûşek li nêzî Hewlêrê ketin- HATE NÛKIRIN

3 mûşek li navçeya Kewirgosk û navçeya  Rizgarî yên ser bi Hewlêrê ketin xwarê.

​​​​​​​Mûşek li nêzî Hewlêrê ketin- HATE NÛKIRIN
6 nîsan, 2022   19:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaneya li dijî Terorê ya PDK’ê li ser hesabê tora civakî ragihand ku sê mûşek li nêzî Parzûngeha Petrolê ya Kewirgosk û Zêyê Mezin ketine.

Li gorî daxuyaniya şaneye li dijî Teror ê ya Herêma Kurdistanê, tu  ziyana canî û madî nîne.

Di daxuyaniyaê de tê gotin, mûşek ji derdora dûryana Hemdaniye ya li mîhwerê Xazre avêtine Hewlêrê.

Çavkanî: ROJNEWS