Li Efrînê komên çete careke din bi hev ketin

Li navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê ya dagirkirinî di navbera du komên çete de şer rû dide.

Li Efrînê komên çete careke din bi hev ketin
6 nîsan, 2022   17:51
ŞEHBA

Li navenda navçeya Bilbilê ya Efrînê, di navbera çeteyên "Feyleq El-Mecid" û "Furqeya Hemze" de şer rû dide.

Li gorî çavkaniyan, şer û alozî  dewam dike û kuştî û birîndarên herdu aliyan hene.

Çavkaniyekî din ji bajarê Efrînê got, artêşa Tirk û çeteyên wê ketine seferberiyê, piştî ku çeteyekî koma "Mutesim" êrişî welatiyekî ji eşîra Bobenayê kir.

Duh jî li gundê Meydankê yê navçeya Şerayê şer  di navbera çeteyan de derket. Di encamê de 5 çete hatin kuştin.

ANHA