ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-04-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-04-2022
6 nîsan, 2022   23:00

-Pêngava Paqijiyê ya ku ji aliyê TEV-DEM'ê ve hatiye ragihandin li gundê Um El-Fursan ê Qamişlo dewam dike, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê merasîmê bîranîna du şehîdên QSD û HPG'ê li dar dixe, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi boneya rojbûna rêber Abdullah Ocalan, Kongra Star gulan li Baxçeyê Şehîdên Komkujiya Pirsûsê ya bajarê Kobanê diçîne, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevseroka Meclisa Kantona Efrînê têkildarî berdewama ambargoyê ji hêla hikumeta Şamê ve li ser welatiyan hişyarî da, ku dê welatî rûbirûyî rojên dijwar bin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rewşenbîran diyar kirin ku armanc ji tecrîda li ser rêber Ocalan rêgirtina li ber belavbûna projeya neteweya demokratîk e nûnertiya gelan di serî li dijî terorê û tevliheviyê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevseroka navçeya Zirgan berxwedana gelê navçeyê ya li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker silav kir û got dewleta Tirk ji van êrişan armanc dike şêniyên resen bidek koçberkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî êrişên domdar ên çeteyên DAIŞ`ê, taybet ligel paşguhkirina civata navnetewî ji bo darizandina çeteyan û avakirina dadgeheke nevnetewî bi fikar in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Berdevkê QSD`ê Aram Hena got, dewleta Tirk sûdê ji şerê Ukrayna – Rûsyayê digire da ku planên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne. Aram Hena anî ziman ku civata navneteweyî û dewletên garantor berpirsên sûcên dewleta Tirk ên li dijî şêniyên herêmê ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji diyaloga bi hikumeta Şamê re amade ye bi şerta ku zihniyeta wê ya hişk biguhere. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Senherîb Bersûm got, lihevkirina siyasî ya di navbera Yekitiya Suryanî û Rêxisina Asûrî dê rê li ber diyalogan di navbera partî û hêzên siyasî de veke. Bersûm bal kişand ser êrişa dewleta Tirk a di roja Cejna Ekîto de û got, ev êriş bi armanca hedefgirtina Asur ûSuyran bû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Analîzvanê siyasî Burhan Şêx Reûf PDK`ê rexne kir ku hewl dide desthilat Iraqê û Başûrê Kurdistanê kontrol bike û li pey erka serokkomariyê ye jî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Berpirsê banka navendî ya Lubnanê Riyad Selame îflasa bangê ku ji 30 rojî ve bi rê ve dibe derewand û got, hîna bank di karên xwe de li gorî qanûnê û tevî zirarên di saktora darayî de berdewam e. Lê daxuyaniyên berî derewandinê çi ne, gelo peyamek ji kesên pereyên wan di bankê de ne ku dewlet nikare pereyên wan bide? (BI WÊNE).

ANALÎZ

- Gelên Rojhilata Navîn li dijî şerên emperyal ên ku li ser wan tên ferzkirin, bi çanda xwe bersiva xwe didin. Berxwedana çandên qedîm çavkaniya herî girîng a hêza civaka kevneşopî ye. Kapîtalîzma global bi têkbirina çanda kevneşopî bi ser dikeve.

CIVAK Û JIYAN

- Bazara demkî di meha Remezanê de rê li pêşiya keysbaziya bazirganan digire û kel û pelan bi buhayên kêm ji welatiyan re dabîn dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji bo qezayên tirafîkê çênebin û rê bi awayekî leztir were kurtkirin, Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyên pêkanîna projeya rêya Enbara – Navneteweyî dike ku di nava 6 mehan de bidawî bibe. Ew jî berdêlê rêya Elî Fero ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA