​​​​​​​'Armanca dewleta Tirk koçberkirina şêniyên herêmê ye'

Hevseroka navçeya Zirgan berxwedana gelê navçeyê ya li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker silav kir û got dewleta Tirk ji van êrişan armanc dike şêniyên resen bidek koçberkirin.

​​​​​​​'Armanca dewleta Tirk koçberkirina şêniyên herêmê ye'
7 nîsan, 2022   03:28
HESEKÊ- HENAR ÎBRAHÎM

Li navçeya Zirgan a kantona Hesekê rojane êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi navê Artêşa Niştimanî ya Sûriyê didomin û bi top û balefiran gundên sivîl dikin hedef. Êrişa herî dawî roja duşemê bû.         

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn eşkere kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh navendên hêzên yên li navçeya Zirgan û gundên li bakur û rojavayê wê kirin hedef, di encamê de 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn û ziyanên mezin gihaştin milkên welatiyan.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di daxuyaniyekê de ev agahî parve kirin: "Dagirkeriya Tirk 4'ê Nîsanê êrişên xwe yên bi roketan li dijî bajarokê Zirgan û gundewarê wê berdewam dike. Di encama êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmê de 3 endamên me û gelek sivîl birîndar bûn û ziyanên madî gihaştin mal û milkên welatiyan. Birîndar ji bo dermankirinê ji nexweşxaneyên nêzî herêmê re hatin veguhastin."        

/kr/uploads/files/2022/04/06/174429_00.webp

Der barê berdewamiya êrişan de hevseroka Meclisa Navçeya Zirganê, Hebûn Xalid ji ajansa me re û got: "Rojane topbarana hovane ya dewleta Tirk li dijî herêmê pêk tên. Şeva borî gundê El-Esediyê û gundên rojavayê navçeyê heta gundên navçeya Til Temirê hatin topbarankirin û di encamê de ziyanên mezin gihaştin mal û milkên welatiyan."

Hebûn Xalid diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji topbarana xwe ya domdar; tirsê di nava pêkhateyên herêmê de belav bike û gel koçber bike, her wiha destnîşan kir ku şêniyên navçeyê bi axa xwe ve girêdayî ne.        

Navçeya Zirgan û navçeya Til Temir ên kantona Hesekê ji 19'ê Adara 2019'an ve ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve piştî dagirkirina Serêkaniyê, tên hedefgirtin.                                          

Tevî rêkeftinên agirbestê yên di navbera dewleta Tirk û Rûsyayê û di navbera dewleta Tirk û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de, hebûna her du garantoran li herêmê û bicihkirina parêzvanên sînor ên hikumeta Şamê li herêmên eniyên şer bi dewleta Tirk û çeteyên wê re, dîsa jî topbaran didome.

(dx)

ANHA