​​​​​​​Li Helebê 7 çeteyên Cebhet Şamiyê hatin kuştin

7 çeteyên Cebhet Şamiyê ku di nav wan de serçeteyek jî heye, di encama êrişeke çekdarên nenas de li nêzî sînorê Tirkiyê yê li bakurê Helebê hatin kuştin.

​​​​​​​Li Helebê 7 çeteyên Cebhet Şamiyê hatin kuştin
6 nîsan, 2022   11:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirov a Sûriyê (SOHR) ragihand ku 7 çeteyên Cebhet Şamiyê ku di nava wan de serçeteyek ji Til Rifetê ye, di êrişeke li bakurê Helebê de hatin kuştin.

SOHR'ê diyar kir ku roja çarşemê çekdarên nenas nuqteyeke kontrolê ya çeteyên Cebhet Şamiyê yên artêşa Tirk a dagirker li ser rêya Sico ya ku Ezaz û deriyê sînor ê Bab El-Selam bi Tirkiyê ve girê dide, li gundewarên bakurê Helebê kir hedef, her wiha di navbera çete û çekdarên êrişkar de şer derket.

SOHR'ê her wiha da zanîn ku di encama êrişê de êrişkarek jî ku nasnameya wî nehate zanîn, hatiye kuştin.

Piştî êrişê çeteyên Cebhet Şamiyê seferber bûn û sewqiyat derbasî herêmê kirin.

(dx)