Li Kabulê teqîn; herî kêm 6 kes birîndar bûn

Îro li Kabulê li mizgefta herî mezin bi bomeyeke destan teqînek pêk hat. Herî kêm 6 kes birîndar bûn.

Li Kabulê teqîn; herî kêm 6 kes birîndar bûn
6 nîsan, 2022   12:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Mizgefta Pol Xaştî ku mezintirîn mizgeftên Kabulê ye teqînek lê pêk hat.

Li gorî ajansa Amag News a efganî, polîsa Tevgera Talîbanê rûdana bûyerê piştrast kir û got; teqîn di encama bombeyeke destan de pêk hatiye.

Li gorî heman ajansê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên xwecihî, di teqînê de 6 kes birîndar bûn.

Şahidên bûyerê destnîşan kir ku teqîn di dema nimêjê de pêk hat.

(şx)