Hemleya paqijiyê li Qamişloyê didome

Hemleya paqijiyê ya TEV-DEM’ê li Qamişloyê bi hevkariya Yekitiya Kedkaran berdewam dike. Îro jî taxên Cumayê, Enteriyê û Qenat El-Siwês hatin paqijkirin.

Hemleya paqijiyê li Qamişloyê didome
6 nîsan, 2022   11:16
QAMIŞLO

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) 28`ê Adara derbasbûyî li Qamişloyê dest bi hemleya paqijkirina giştî kiribû.

Îro jî endamên TEV-DEM, Yekitiya Kedkaran, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û bi dehan şêniyan kuçe û kolanên taxa Cumayê paqij kirin.

Endama rêveber a Yekitiya Kedkaran Leyla Mio têkildarî hemleyê got: "Ew ê hemle sibe jî berdewam bike û ji rêya taxa Cumayê heta bi gundê Um El-Fûrsan were paqijkirin. Îro em tev li hemleya paqijkirinê bûne, da ku vê çandê di nav civatê de xurt û belav bikin."

Leyla Mio destnîşan kir ku hemle ji belavkirina belavokan, paqijkirina tax û qadên sereke yên bajêr û daliqandina pankartên bi heman armancê pêk tê û saziyên sivîl û leşkerî di roja dawîn de dê tev hemleyê bibin.

(eh)