Talat Yûnis dê di bernameya ANHA’yê de armancên lêkirina dîwar binirxîne

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Talat Yûnis, îro dibe mêvanê ajansa me. Yûnis armancên lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de binirxîne.

Talat Yûnis dê di bernameya ANHA’yê de armancên lêkirina dîwar binirxîne
6 nîsan, 2022   11:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Iraqê ji nîvê meha Adarê ve dîwar li ser sînorê di navbera Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de lêdike û çavdêr piştrast dikin ku armanca wê dorpêçkirina Şengalê û qutkirina ji Rojava ye.

Bernameya me ya ku îro tê weşandin, dê li ser armancên lêkirina dîwar, beşdarên wê, metirsiya li ser civaka êzidî ya li Şengalê û hewldanên komplogeran ên ji bo têkbirina destkeftiyên gelê Kurd be.

Bername dê îro saet di 17.00’an de bê weşandin û li ser malper û hesabên fermî yên ajansa me dikarin werin şopandin:

https://www.youtube.com/channel/UCW353iupRhL8OspPE50U2dg

https://www.facebook.com/hawarnews

/ar/

(dx)