Malbatên şehîdên HPG: Siyaseta PDK'ê Kurdistanê parçetir dike

Malbatên şehîdên HPG’ê li ser hevkariya PDK’ê bi artêşa Tirk a dagirker re hişyarî da û piştrast kir ku siyasetên PDK'ê parçebûna Kurdistanê zêdetir dike.

Malbatên şehîdên HPG: Siyaseta PDK'ê Kurdistanê parçetir dike
6 nîsan, 2022   03:34
HESEKÊ- OLVA HAC MENÛSR

Tevî bertekên gelê Kurd ên şermezarkirinê li hember siyasetên PDK’ê, lê di siyaseta xwe ya dijberiya gelê Kurd de berdewam e. Di van demên dawî de, di demekê de ku hêzên HPG’ê berxwedaneke lehengî li dijî dewleta Tirk a dagirker dimeşînin,  PDK'ê tevgerên xwe li Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde kirine.                   

Tevgerên PDK'ê hemwextî bicihkirina artêşa Tirk a dagirker ên li herêmên sînorî yên Başûrê Kurdistanê pêk hatin, ev yek wekî amadekariya wan ji bo êrişeke mezin li dijî HPG'ê nîşan dide.

Ev tevger piştî hevdîtinên dawî yên di navbera rayedarên hikumeta Başûrê Kurdistanê û yên dewleta Tirk de, di mehên Sibat û Adarê de, pêk hatin. Ev yek bû sedem ku gel bertekên şermezarkirinê li dijî siyaseta PDK'ê zêde bike, di serî de bertekên malbatên şehîdên gerîla, ji ber ku gelek zarokên wan bi destên PDK'ê şehîd bûn.

Mesûc El- Mihemed pismamê şehîd Bunyan El-Mihemed ê ji navçeya Dirbêsiyê ku endamê Hêzên Parastina Gel bû ku di sala 1996'an de li herêma Xerzanê şehîd bû, got: "Tevgerên PDK'ê yên bi dewleta Tirk a dagirker re ya li dijî HPG'ê ne tiştekî nû ye, dîroka wê tijî îxanet e û hêzên PDK’ê dagirkeriya dewleta Tirk re êrişî gelê Kurd dike û weke dijminê yekane ji doz, dîrok û zimanê me re ye."                   

El-Mihemed bal kişand ser dijminatiya dewleta Tirk a dagirker û PDK'ê ya li hemberî fikir û felsefeya HPG'ê û got: "Armanca dagirkeriya Tirk ji êrişên xwe yên berdewam ên li ser HPG'ê şerê îdeolojî û felsefeya ku gerîla li gorî wê xwe birêxistin dikin, dike."

El-Mihemed destnîşan kir ku şerê ku HPG'ê dimeşîne şerekî dîrokî ye û yekemîn hêza Kurdî ku ji bo parastina doza Kurd û bidestxistina azadiya gelê Kurd e, berevajî PDK'ê ku tenê ji bo berjewendiyên hizbî kar dike.               

El-Mihemed wiha lê zêde kir: "Em hêz û îradeya xwe ji wan digirin û di wê baweriyê de ne ku serketin a me ye, ji ber ku yên li çiyayên Kurdistanê şer dikin zarokên me ne û me soz da wan ku em ê heta bidestxistina azadî û serkeftinê li ser şopa wan bin."      

 

Zeyneb Ereb dayika şehîd Xense Ebas, endamê HPG'ê ku di sala 2020'an de li herêma Heftanînê şehîd bûbû, peyamek ji rayedarên PDK'ê re şand û daxwaz ji wan kir ku xwe ji dagirkeriya Tirk dûr bixe û got: "Keça min ji bo yekkirina partiyên Kurdî û axa Kurdistanê şehîd bû, em şerê birakujiyê naxwazin ji ber ku em aştîxwaz û azadîxwaz in."

Îsa Mihemed bavê şehîd Zekiye Mihemed, endamê HPG'ê ku di sala 2012'an de li herêma Slûpî şehîd bûbû û wiha got: "PDK'ê siyaseta xwe neguhertiye û bi salan îxanetê li gelê xwe dike. "

Îsa Mihemed piştrast kir ku dewleta Tirk a dagirker dijminê gelê Kurd e û ji bo ku şerê birakujiyê di navbera gelê Kurd de derbixe û Kurdistanê zêdetir parçe bike, PDK'ê bi kar tîne.

Mihemed da zanîn ku bi yekkirina refên Kurdî, gelê Kurd wê bikaribe mafên xwe bi dest bixe, û got: "Em dixwazin gelê Kurd bibe yek û bi hev re li dijî dagirkerên axa xwe şer bike û mafên xwe bi dest bixe, ji ber ku dawiya îxanetê xirab e."

(dx)

ANHA