' Divê kesên kîmyawî li taxa me bi kar anîne werin cezakirin '

Beriya 6 salan şêniyên taxa Şêxmeqsûdê bi çekên kîmyawî yên qedexe rastî êrişên hovane hatin û lê civata navneteweyî der barê mijarê de bê deng û dualîte ye.

' Divê kesên kîmyawî li taxa me bi kar anîne werin cezakirin '
' Divê kesên kîmyawî li taxa me bi kar anîne werin cezakirin '
' Divê kesên kîmyawî li taxa me bi kar anîne werin cezakirin '
' Divê kesên kîmyawî li taxa me bi kar anîne werin cezakirin '
' Divê kesên kîmyawî li taxa me bi kar anîne werin cezakirin '
' Divê kesên kîmyawî li taxa me bi kar anîne werin cezakirin '
' Divê kesên kîmyawî li taxa me bi kar anîne werin cezakirin '
' Divê kesên kîmyawî li taxa me bi kar anîne werin cezakirin '
' Divê kesên kîmyawî li taxa me bi kar anîne werin cezakirin '
' Divê kesên kîmyawî li taxa me bi kar anîne werin cezakirin '
6 nîsan, 2022   01:58
HELEB- MIHEMED EBDO

Şêniyên taxa Şêxmseqsûd a Helebê ku di sala 2016'an de hate hedefgirtin di gelek sûcên dermirovî re derbas bûn û sûcdar ji ber wan sûcan nehatin cezakirin.

Tax bi kêmî 3 caran bi madeyên jehrî hat bombebarankirin û di encamê de bi dehan kes xeniqîn û hinek ji wan jiyana xwe ji dest da.

KÊ TAX BI KÎMYEWÎ BOMBEBARAN KIR?

Yek ji endamê kadroyên tenduristiyê yên li Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir, Welat Mamo di hevpeyvînekê de bi ajansa me re pirsa 'Çima tax bi çekên kîmyawî hat bombebarankirin' ? bersiv da.

Mamo wiha got: "Êrişên berdewam ên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji sala 2013'yan ve û têkçûna van êrişan di kontrolkirina taxê de, çete û alîgirên wan teşwîq kir ku çekên kîmyewî, bi kar bînin."

Cara yekemîn di 8'ê Adara 2016'an de, çeteyên Îtîlafê tax bi madeyên kîmyewî bombebaran kir, cara duyemîn  di 7'ê Nîsana 2016'an de û cara sêyemîn jî di 8'ê Nîsana 2016'san de bi çekên kîmyawî hate bombebarankirin.

Çeteyên Ceyş El-Îslam di wê demê de bi daxuyaniyekê li xwe mikur hatin ku wan madeyên kîmyawî di êrişên taxa Şêxmeqsûdê de bi kar aniye û ew bombebaran wekî karekî şexsî ku ji aliyê yek ji fermandarên wan ve hatiye kirin nîşan da. Hin çavdêran destnîşan kir ku çeteyên Eniya Tirkmen ên di bombebarana taxê de madeyên kîmyawî bi kar anîne, bi rêya dewleta Tirk bû, ew made bi rêya deriyên sînorî yên bi Sûriyê re ji wan re rêkir.

Di Nîsana 2016'an de li herêma Eyn Til dîmenek hat belavkirin ku tê de endamên Eniya Tirkman moşekan ji bo bombekirina taxa Şêxmeqsûd amade dikin, ew jî heman dema ku 6 welatiyên sivîl bi jehrî xeniqîne, bû.

Di dîmenê de ku ber re mûzîka înkişarî hebû, li ser moşekan bi zimanê Tirkî "ji bo tolhildana şehîdên Stenbolê" hatiye nivîsandin.

' SIVÎLAN BERDÊL DAN '

Mamo diyar kir ku di encama bombebarana bêserûber û gazên jehrî de, gelek sivîl hatin hatin qetilkirin ku di nav wan de jin û zarok jî hebûn.

Têkildarî rewşên ku nexweşxaneyê di wê demê de pêşwazî dikirin, Welat Mamo got: "Gelek kes bi jehrê birîndaran bûn, lê rewşa herî giran konvulsiyon bû, germaya zêde, lerizîn û sorbûna çavan û di encamê de xeniqîn çêdibû."

Welat Mamo di berdewama axaftina xwe de got ew wekî kadroyên tibî di wê demê de alîkariya lezgîn dikirin.                  

Der barê yek ji rewşên giran de Memo diyar kir ku keçek temenbiçûk rewşa wê zêde xirab bû, ji ber gazên jehrî nexweşiya derûnî pê re çêbû û dîn bû.

Memo destnîşan kir ku nunebûna derfetan ên wê demê û dorpêça li ser taxê nikarîn cureyê gazê diyar bikin.                      

Mamo da zanîn ku di dema rizgarkirina herêmên rojhilat de û arastekirina wan weke kadroyên bijîşkî ji bo alîkariya sivîlan, di embarên çeteyan de rastî madeyên jehrî yên ku ji Tirkiyê hatibûn şandin hatin, ev yek jî destekdayîna dewleta Tirk ji çeteyan re nîşan dide.

' DANE JI ALIYÊ NAVNETEWEYÎ VE HATIN BELGEKIRIN '       

Li gorî daneyên fermî yên Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, di encama êrişên çeteyên Îtîlafa Sûrî de 40 zarok û 47 jin jiyana xwe ji dest da û 970 kesên din birînên bûn û 2 hezar û 600 mal û dikan û binesazî hatin wêrankirin. Bi giştî hejmara windahiyan di sala 2015'an de gihand 150 sivîlan.

Di sala 2016'an de di encama berdewamiya êrişên çeteyên artêşa Tirk a dagirker ên li ser taxê de, nêzî 200 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 600 sivîl jî birîndar bûn.

Rêxistinên navneteweyî yên wekî Rêxistina Efû yê Navneteweyî ew sûc bi raporên ku bi şahidê kesên ziyan dîtine belge kirin.

' DIVÊ SÛCDAR Û PIŞTGIRÊN WAN BÊN DARIZANDIN '      

            

Endama Meclisa Hevserokatiyê ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Fehîme Hemo got tevî belgekirina van sûcan bi deng û dîmenan û pêşkêşkirina wan ji rêxistinan re, dîsa jî helwesta wan tenê ew sûc şermezar kirin.

Fehîme Hemo dualîbûna bi mijarên mirovî re şermezar kir û diyar kir ku bombebarana kîmyawî ya li ser taxên sivîlan li Sûriyê gelek caran dubare bû, lê helwesta aliyên pêwendîdar dijî mirovahiyê bûn, tenê ji bo berjewendiyên wan bûn.

Fehîme Hemo da zanîn ku yên ku li taxa Şêxmeqsûd sûc kirine, heman çeteyên ku Efrîn dagir kirin. Dibe ku nav ji hev cuda bin lê îdeolojiya wan yek e.

Fehîme Hemo di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di dema dagirkirina herêmên Sûriyê de, çi li Efrînê, çi li Serêkaniyê û Girê Spî be bi hezaran binpêkirin pêk anîne.                                        

(dx)

ANHA