​​​​​​​Li Girê Spî yê dagirkirî 8 çete hatin tesfiyekirin

Çavkaniyên ji gundewarên kantona Girê Spî yê dagirkirî da zanîn ku 8 çeteyên dewleta Tirk a dagirker li nêzî bajarokê Silûkê yê kantonê hatine tesiyekirin, yek ji wan seçete ye.

​​​​​​​Li Girê Spî yê dagirkirî 8 çete hatin tesfiyekirin
5 nîsan, 2022   20:32
EYN ÎSA

Li gorî çavkanî, çeteyên hatine kuştin û cenazeyên wan hatine dîtin wiha ne; serçeteyê koma Sultan Murad ê li Serêkaniyê Ebû Ebdullah El-Idlibî û 7 çete ji koma wî bi navên Xidir El-Ehmed El-Salim, Setof El-Ehmed, Ezawî Îbrahîm El-Ewad, Ewad El-Haşim El-Seman, Hemade El-Demoş El-Elî, Etaf (Ebû El-Ebra) û Hemûd (Îsokob).

Ji hefteyekê ve şer û tesfiyekirin di navbera gelek komên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ên li Girê Spî û gundewarên wê de rû didin.

ANHA