​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-04-2022

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-04-2022
5 nîsan, 2022   23:00

-Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir û destnîşan kir ku rêber Ocalan ne tenê nûnertiya gelê Kurd dike lê nûnertiya hemû gelên bindest dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-TEV-DEM’ê hemeleya paqijkirinê ku derbasî roja 6’an bû, li Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dike. Ew yek bi hewldana çanda paqijî di civakê de were çandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Dewleta Tirk a dagirker sûcên li dijî kurdên li kantona Efrînê mane, didomîne. Du hevjînên ku karibûn ji kantonê derkevin sûcên rojane ku li kantonê têne kirin, eşkere kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Beriya 6 salan şêniyên taxa Şêxmeqsûdê bi çekên kîmyawî yên qedexe rastî êrişên hovane hatin û lê civata navneteweyî der barê mijarê de bê deng û dualîte ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hêrsa ji ber qedexekirina hikumeta Şamê ji derbaskirina madeya ard re ji her du taxana re nîşan da. Bi vê yekê şênî ji madeya nan mehrûm dimînin û gotin kirinên hikumeta Şamê siyaseta birçîkirinê ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

- Malbatên şehîdên HPG’ê li ser hevkariya PDK’ê bi artêşa Tirk a dagirker re hişyarî da û piştrast kir ku siyasetên PDK'ê parçebûna Kurdistanê zêdetir dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

- Rojbûna rêbertî ne zayîneke asayî bû ku her dayikek piştî 9 mehan bi dinê dixe, lê belê zayîna xelatê herî mezin a ji bo mirovahiyê ye.

- Li Iraqê serokomar nehat hilbijartin, çima pirsa serokomarî tê parlemento û nayê erêkirin? Pirsgirêk ne hejmara pêwîst nîne, an jî nakokî navbera YNK û PDK’ê ye; li gor peymana berê ya di navbera YNK û PDK’ê de hatiye çêkirin, serokomariya Iraqê mafê YNK û serokê Herêma Başûrê Kurdistanê jî mafê KDP’ê ye.

CÎHAN

-Gelê Lubnanê meha Remezanê bi êş pêşwazî dikin. Ev jî di nava zehmetiyên di peydakirina xwarin û kirîna kelûpelan de pêk tê. Ji ber rewşa paşketî kêfxweşiya wan bi hatina meha pîroz xirab kir.

ANHA