Çima li Iraqê serokkomar nehat hilbijartin?

Çima li Iraqê serokkomar nehat hilbijartin?
6 nîsan, 2022   06:08

HEMÎD FIRAT

Li Iraqê serokomar nehat hilbijartin, çima pirsa serokomarî tê parlemento û nayê erêkirin? Pirsgirêk ne hejmara pêwîst nîne, an jî nakokiya di navbera YNK û PDK’ê de ye; li gor peymana berê ya di navbera YNK û PDK’ê de hatiye çêkirin, serokomariya Iraqê mafê YNK`ê û serokê Herêma Başûrê Kurdistanê jî mafê PDK’ê ye. Ev peymaneke xwemalî ye û di navbera Kurdan de hatiye çêkirin, di çarçova vê peymanê de li Iraqê gelê Kurd xwedî statûyekê ye û ev çend sal e ev peyman di navbera Kurdan de dimeşe. Gelê Kurd wek partiyekî na, wek gelekî hesab jê re tê kirin.

Li Iraqê ev çend sal e amadekarî ji bo projeyeke nû tê kirin, eger ev proje neyê dîtin, fêm nabe çima li Iraqê serokomar nayê hilbijartin. Ev piroje çi ye?

 1-Li Iraqê nêzî 45 sal e lêvegera Şîe derbasî Îranê – Qum bûye. Îran lîdertiyê ji bo Şîe ya cîhanê dike, berê ev lêveger li Îraqê – Kerbela di destê malbata El -Sedir de bû, niha careke din dixwazin bixin destê xwe. Ev proje ji hêla Îranê ve nayê pejirandin, Îran bi her awayî li dij disekine, ji bo vê Heşid El-Şebî xistin hilbijartina Îraqê, lê dengên pêwîst negirtin, di encamê de El -Sedir bi serket.

2- Amerîka destekê dide vê projeyê, heta kuştina Qasim Suleymanî jî tê pêşînîkirin ku bi hazirtîya wî bû, ev piroje de heman demê de Sîeyên Îraqê parçe dike. Destê Îranê li Îraqê lawaz dike, eger Qasim Suleymanî jiyan kiriba, serketina vê pirojeyê ne mumkîn bû.

3- Erebistana Siûdî destekê dide vê projeyê, bi vî rengî destê xwe dixe nav Îraqê û Şîe parçe dike, şerê Yemenê derbasî Îraqê jî dike.

4- Dewleta Tirk destekê dide vê projeyê, di ser PDK’ê re xwe li Iraqê dixe aktorekî bibandor, ji bo vê PDK’ê di hilbijartina Îraqê de destek kir, PDK’ê bi tena serê xwe ket hilbijartinan û di nav Kurdan de dengê piraniyan girt, helbet Turkmen û Erebê sunnî jî destek dan PDK’ê, ji ber ku YNK nêzî Îranê ye ew jî wek Heşid El- Şebî hat destgirtin û bi vî rengî Kurdên Başûr jî perçe bûn.

5- Rast e di vê pirojeyê de Kurd heye, lê wek partiyekî heye ne wek gelekî, Şîe heye, lê Şîeyekî hatiye parçekirin û li ser navê vegera li lêvegerê ye, ji koka xwe tê qutkirin û dibe amûr di destê hêzên global û herêmî de û tiştekî ji gelê Ereb re ava nake.

6- Lêdana serokê parlementoya Iraqê û lêdana rokêtên balistîk li Hewlêrê berteka Îranê li hemberî vê pirojeyê ye. Çêkirina dîwar ne tenê qutkirina di navbera Rojava û Şengalê de ye, çarçoveya projeya El-Sedir, PDK û sunnî ya Îraqê ye, qutkirina rêya Heşid El-Şebî li Îraq, Sûriye û Lubnanê ye.

7- Hatina Kazimî li ser hikumeta Îraqê di çarçoveya heman projeyê de ye, peymana Bexda-Hewlêr li ser destê wî pêşdikeve, komkirina ewqas hêz li Şengalê, parçeyekî ji vê projê ye û ji holê rakirina xweseriya Şengalê ye, ev jî ji bo berjewendiya PDK’ê û dewleta Tirk e.  Her yek dixwaze berjewendiyên xwe pêk bîne, ev pêl pir xeter e û berjewendiya gelê herêmê û destkeftiyên wê bin pê dike. Kurd, Şîe û Êzidiyan parçe dike û dibin qurbana vê pirojeyê, eger ev piroje pêk bê yê ku qazanc bike; Amerîka, Erebistana Siûdî, Erdogan, PDK’ê û Sunnîyên serdest in. Çûyîna Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî ji bo Tirkiyê û hatina Hakan Fîdan ji bo Îraqê û desteka PDK’ê ji bo êrişên dewleta Tirk li dijî gerîla û lêkirina sînorê Rojava berdewamiya heman planê ne.

El-Sedir dibêje; ez hikumeta piranî çêdikim, hikumeta piranî ji tifaqa di navbera PDK`ê, sunne û El-Sedir de pêk tê. Ev hikumet di bin bandora Erebistana Siûdî, dewleta Tirk û Amerîka de ye û ti feydeyekî xwe ji bo gelê Iraqê tune ye. Erebistana Siûdî bi desteka Amerîka xwe li Misir, Yemen û Iraqê bi cih dike û bandora xwe li ser welatên Ereb çêdike.

Eger li parlementoya Iraqê serokkomar nayê hilbijartin sedema xwe ev e. Îran rê nade, heta bikaribe astengîyan derdixe. Bi vî awayî xuya dibe ku li ser gelê herêmê çi siyaset tê meşandin û çi xeteriyê bi xwe re tîne. Eger ev mijar baş bê fêmkirin, dê girîngiya xwebûyîn, xwerêvebirina gelan û xweseriya gelan çiqasî pêwîst e baş were fêkirin.