4`ê Nîsanê rojbûna jineke ku di kûrahiya cîhana fikrê de li azadiya xwe digere ye - HÊVÎ EREB​​​​

4`ê Nîsanê rojbûna jineke ku di kûrahiya cîhana fikrê de li azadiya xwe digere ye - HÊVÎ EREB​​​​
6 nîsan, 2022   00:46

Rojbûna rêbertî rojbûna hemî jinan e

Rojbûna rêbertî ne zaniyeke asayî bû ku her dayikek piştî 9 mehan bi dinê dixe, lê belê zayîna xelatê herî mezin a ji bo mirovahiyê ye.

Rojbûna Ocalan peyameke gerdûnî bû

Rêber Abdullah Ocalan di 4`ê Nîsana 1949`an de li gundê Amarayê ji dayik bû.

Rojbûna rêbertî peyameke gerdûnî ye û di nav xwe de aştî, hezkirin, lêgerîna li azadiya mirovahiyê dihewîne ku hindek mabû xwe ji bîr bike û di destê civakê de bibe amûr mîna ku pergalên cîhanî û modernîteya wê ya kapîtalsîtê dixwaze.

Bi xwe re mizgîniya xêrê ya serhildan û şoreşên tîne ku dê gelên bindest pê rabe. Di nav de gelê Kurd ku ji siyaseta înkarkirin, qirkirinê û çewisandina şoreşan zor û zehmetî kişandin. Lê dîsa jî dev ji berxwedana xwe berneda. Di dîroka gelê Kurd de gelek pêşeng hene ku bi komployan hatin dûrxistin yan jî bi rêya xiyanetên navxweyî. Ji wan pêşengan, rêberê şoreşê û damezrînerê fikrê ocalanî, rêber Abdullah Ocalan e.

ZAROKATIYA RÊBERTÎ LI HEMBER ZIHNIYETA PAŞVERÛ YA PERGALÊN DESTHILDAR SERHLDANEK BÛ

Zarokatiya rêbertî ne asayî bû mîna ku hinek diwesîfînin. Lê belê ji biçûkahiya xwe  ve, li rastiyê û asta girêdana mirov û xwezayê, têkiliyan wan bi hev re digerî. Li hember zihniyeta paşverû disekinî ku civak bi rêya malbatê kontrol dikir. Ji ber wê cara yekê li hember malbatê serî hilda. Bi vê yekê yekemîn gav ber bi rêya şoreş û azadiyê ve avêt.

ZAYÎNA DUYEMÎN A SEROK JI PERSPEKTÎVÊN KURDISTANA MÊTÎNGER Û DAMEZIRANDINA PKK`Ê DEST PÊ KIR

Piştî ku rêbertî astên xwe yên xwendinê temam kirin, sala 1971`an tev li Fakulteya Parêzeriyê ya li Stenbolê bû. Di wan kêliyan de, rêbertî dest bi naskirina rastiyê kir ku bi rêya wê jiyan nasand. Ev rastiya yekemîn e ku rêbertî lê gerî; rastiya Kurdistana mêtînger. Ji vir pêvajoya ji tunebûnê hebûnê çêke dest pê kir. Ev xusleteke rêbertî ye ku ji serokên din ên li cîhanê cuda dike.

Ji tunebûnê rêbertî û hevalên wî koma yekemîn ava kir û perspektîfa yekemîn a bi navê Kurdistana Mêtînger û gelê bindest nîqaş kir.

Di wê pêvajoyê de, ev gav, gaveke girîng bû, ji ber ku dewleta Tirk gelek astengî û zehmetî derxistin da ku edalet ji gelê Kurd re pêk neyê. Ji ber wê piraniya hevalên koma yekemîn kuştin. Kesên ji van bûyeran filitîne jî tevî rêbertî di 27`ê Mijdara 1978`an li Amedê PKK’ê ava kir. Pê re kesên ku ji mafên xwe bê par mabûn, ji xewê rabûn.

Di destpêkê de, rêbertî xwest mafên kurdan bên naskirin û çareseriyeke aştiyane pêk were. Lê dewleta Tirk siyaseta înakirina mafê gelan meşand. Di encamê de rêbertî di 15`ê Tebaxa 1984`an têkoşîna çekdarî ragihand. Pê re şehîd Egîd yekemîn gule li dijî dewleta Tirk berand. Ji wan re îsbat kir ku dikarin mafên xwe biparêzin. Çendîn teknîkên dijmin xurt bin, em dikarin projeya xwe biparêzin ji ber ku mafê rewa ya mirovan e.

Tevî êrişên dewleta Tirk û siyasetên qirkirinê, lê rêber Ocalan dev ji çareseriya aştiyane ya doza kurd berneda.

Ji bo ku PKK`ê mîna partiyên din nebe ku demek dirêj li ber xwe neda, rêbertî di şert û mercên herî zehmet de kadro ji aliyên siyasî, leşkerî û îdeolojî ve perwerde kirin û girîngiyeke mezin da jinan. Di encamê de Partiya Jina Azad ava bû ku xwe bi xwe bi rê ve bibe. Piştre teoriyên têkildarî vê mijarê mîna jineolojî sala 2008`an derxist.

ZAYÎNA SÊYEMÎN A RÊBERTÎ DI GIRTÎGEHA ÎMRALIYÊ DE BÛ KU PROJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK PÊŞKÊŞ KIR

Rêbertî di girtîgeha Îmraliyê de, mezintirîn dibistana felsefîk û sembola fikrê mirovê azad ava kir. Têkoşîna xwe ji wir dewam kir û piştre projeya neteweya demokratîk pêşkêş kir ku li ser avakirina civakeke xwedî exlaqên siyasî, rêzê ji ol, taîfe û jiyana hevbeş re digire, rêzê ji mafên jinan re digire ava dibe da ku bi azadiya jinan re civak jî azad bibe. Ji ber ku asta naskirina azadiya civakê ji asta naskirina azadiya jinan tê. Projeya neteweya demokratîk alternatîf û xilaskerê herî mezin a ji bikaranîna modernîteya kapîtalîst a ji civakê û kesan re ye.

Nirxandinên ku rêbertî ji destpêka avabûna tevgerê anku beriya 50 salan û vir ve dane, ji perwerde û zanistên li cîhanê, mezintir in. Dayînên wî bê sînor û bê westan in. Dide beşa herî biçûk heta ya herî mezin a civakê.

DI DAWIYÊ DE DIXWAZIN TISTEKÎ BÊJIM

Her serdemek serokek wê heye pêşengiya neteweyê dike. Mîna pêxember Îsa ku aştî û hezkirin belav kir. Her wiha Hezretî Mihemed ku mezintirîn şoreş li Rojhilata Navîn pêk anî, rêgezên wekhevî, edalet, exlaq û rêzdariyê ji jinan re danî. Di vê serdemê de derketina rêbertî, mîna peyameke îlahî ye ku mirovahiyê bi giştî bi rê ve bibe û bigihîne rastiyê û hevjiyana azad piştî ku mirov gihaşt asta herî kirêt a exlaqê.

Ez rojbûna rêber Abdullah Ocalan li hemû gelan û kesên xwedî li felsefeya ocalanî, li jinan û şervanên Tevgera Azadiyê pîroz dikim û dibêjim ev roj, rojbûna azadiya jinan e.

Wek jineke ereb ku şopdarê felsefeya rêbertî û şehîdan e, ez vê rojê li rêberê mirovahiyê pîroz dikim rojbûna wî rojbûna fikrê azad û jina azad e. 

Di dawiyê de dibêjim; 4`ê Nîsanê rojbûna hemû jinan e ku li azadiya xwe digerin.

(şx)