Li Efrînê di navbera çeteyan de şerekî dijwar; kuştî û birîndar hene

Di van kêliyan de li gundê Meydankê yê girêdayî navçeya Şera, şerekî dijwar di navbera komên çeteyên Feyleq El-Şam de rû dide, di heman demê de gelek hawin li malên sivîlan ketin.

Li Efrînê di navbera çeteyan de şerekî dijwar; kuştî û birîndar hene
5 nîsan, 2022   18:29
ŞEHBA

Vê êvarê, li Efrînê şerekî dijwar di navbera du komên çeteyên bi navê Feyleq El-Şam de yên girêdayî arêtşa Tirk a dagirker de rû dide.

Çavkaniyan da zanîn ku li gorî agahiyên destpêkê, di encama şer de 5 kuştî û birîndar hene. Her wiha gelek hawin li malên sivîlan gund ketine.

Heman çavkanî destnîşan kir di van kêliyan de li gundê Meydankê di navbera çeteyan de şerekî dijwar  bi çekên giran, navîn û doçkeyan rû dide. Sedema şerê di navbera çeteyan de der barê parvekirina madeyên xwarinê li ser malbatên çeteyan e.

Heta vê kêliyê şer berdewam e.

ANHA