​​​​​​​Bernameya ANHA’yê ya li ser dîwarê di navbera Şengal û Rojava de saet di 17.00’an de ye

Ajansa me îro bernameyeke taybet a têkildarî lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de diweşîne. Di bernameyê de dê xetereyên dîwar û helwesta êlên Ereb jî werin nirxandin.

​​​​​​​Bernameya ANHA’yê ya li ser dîwarê di navbera Şengal û Rojava de saet di 17.00’an de ye
5 nîsan, 2022   11:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Iraqê li gel Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û dewleta Tirk a dagirker lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de didomîne. Hemwextî wê bi qasî 5 kîlometreyan têl danî.

Her wiha artêşa Iraqê zextê li şêniyên gundên nêzî sînor dike, bi taybet ên Ereb û gefan li wan dixwe ku li dijî lêkirina dîwar û ambargoya li ser Şengalê dernekevin.

Têkildarî mijarê ajansa me dê îro bernameyeke taybet bi şêxê êla El-Welda şêx Hamid El-Ferc re saet di 17:00`an de biweşîne.

Bername li ser malpera ajansê û malperên tevna civakî dê were weşandin.

https://www.youtube.com/channel/UCW353iupRhL8OspPE50U2dg

https://www.facebook.com/hawarnews

/ar/

(şx)