Şêniyên Tirbespiyê şehîd Dirar El-Cuma spart axê

Şêniyên navçeya Tirbespiyê cenazeyê endamê Hêzên Xweparastinê Dirar El-Cuma li Goristana Şehîd Dilşêr oxir kir. Şehîd Dirar El-Cuma di encama êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li ser rêya M4 de şehîd bûbû.

Şêniyên Tirbespiyê şehîd Dirar El-Cuma spart axê
5 nîsan, 2022   10:52
QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker sûcên xwe yên hovane li dijî herêmê didomîne û sivîlan dike hedef. Di 1`ê Nîsanê de balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker erebeyek li ser rêya navçeya Tirbespiyê kir hedef. Di encamê de endamê Hêzên Xweparastinê Dirar El-Cuma şehîd bû û 2 kesên din birîndar bûn.

Îro şêniyên navçeya Tirbespiyê cenazeyê şehîd Dirar El-Cuma li Goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugirê veşart.

Di merasîma oxirkirinê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Nûredîn Şakir axivî û hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: “Em êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin.”

Nûredîn Şakir diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji van êrişan armanc dike vîna gelên herêmê bişikîne. Her wiha Şakir got yekitiya gelên herêmê sira mayîn û serkeftina wan e.

Ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mihemed Zêdan axivî û îşaret bi armanc û timayên dewleta Tirk kir û got: “Dewleta Tirk sivîl û kesayetên welatparêz û hêzên leşkerî dike hedef ku herêmên xwe diparêzin.”

Mihemed Zêdan soza berdewamkirina têkoşînê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker heta pêkanîna serkeftinê da.

Piştî bidawîbûna axaftinan, wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Di dawiyê de girseya gel cenazeyê şehîd spart axê.

(şx)