​​​​​​​Fîras Qesas: Rejîm û opozîsyon li ser pêşeroja Sûriyê xeter in

Muxalifê sûrî Fîras Qesas diyar kir ku îtîlafa ji hêzên opozîsyonê pêk tê, pirsgirêka wê bi demokrasiyê re heye û nikare wê nas bike. Her wiha destnîşan kir ku hikumeta Şamê zîhniyeta xwe naguhere ji ber ku bingeha wê li ser pêkanîna çewisandin û zordestiyê ye.

​​​​​​​Fîras Qesas: Rejîm û opozîsyon li ser pêşeroja Sûriyê xeter in
5 nîsan, 2022   13:14
NAVENDA NÛÇEYAN - YEHYA EL-HEBÎB

Muxalifê ji Sûriyê û serokê Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê Fîras Qesas duh tev li bernameyeke ajansa me ya taybet bû.

Qesas di destpêkê de behsa bendên Semboên dewletê û nasnameya wê û nêrîna Îtîlafê kir û diyar kir ku ji vê yekê xuya dibe ku tu cudahî di navbera her duyan de tune ye û wiha domand: “Rejîma Baas weke ku Sûriyê bi destê pêkhateyekê tê birêvebirin, nas dike. Heman tişt li ser opozîsyonê jî derbasdar e.”

Qesas wiha berdewam kir: “Ez nizanim kokên nakokiyê di navbera her du aliyan de çi ne li gel ku di cewherê de li ser gelek fikirên têkildarî dosyayên welêt û rêbazên dan û standina bi dosyayên cewherî û bingehîn re li hev dikin. Her du jî pêkhateyên din nas nakin. Tenê cudahiyek di navbera wan de heye; yek xwedî desthildatê ye û cudabûn, çewisandin û zordestiyê bi kar tîne. Lê aliyê din hîna desthilat wernegirtiye. Lê gelek nîşane hene ku her du jî di cewherê de ji hev ne cuda ne.”

`BAWERIYA OPOZÎSYONÊ BI DEMOKRASIYÊ TUNE YE`

Fîras Qesas têkildarî nêrîna Îtîlafê ji demokratiyê wiha got: “3 şepel; netewperesta ereb, çepgir û îslama siyasî opozîsyona Sûriyê ya dîrokî bi rêve dibin. Ew her sê şepel di cewherê de bi demokratiyê re. Lê hev du nas nakin.  Di cewherê de bi rejîmê re di heman fikrî û îdeolojiyê de ye.”

Qesas diyar kir ku her du alî li ser desthilat û hegemoyê nakok in, gelek kesayetên opozîsyonê berê zilamên rejîmê bûn û hewl didin mîrasa demdirêj a çewisandin û gendeliyê ji bîr bikin û di şev û rojekê de bibin kesên demokrat.

‘ZÎHNIYETA HIKUMETA ŞAMÊ NAGUHERE’

Der barê zihniyeta hikumeta Şamê de Qesas wiha got: "Bi nêrîna min rejîma Şamê nayê xuhertin, ji ber ku binesaziya sîstema siyasî ya Sûriyê bi çewisandin, sîtemkar re kar dike ku bi pirsgirêkên welat re wekî milk û çandiniyê mijûl dibe, ji bo vê yekê ne mumkine xwe bispêre rejîma Şamê, heta ku hevsengiya hêzê li ser wî ferz neke nikare beşdarî pêvajoya Sûriya demokratîk bibe.

Eger Îtîlaf jî serweriya Sûriyê bi dest bixe, dê gelê Sûriyê bikeve heman pirsgirêkên ku rêjîmê ew xistiye, wekî ku li Iraqê qewimî ku tenê dîktatorek li wir hebû, niha projeyên dîktatorên biçûk û bi sedan gendelî hene, wekî çawa li Lubnanê dewletek di nav gendeliyê de ye dijî û komên nakok li ser bingehên dewletê û derfetên wê, şer dikin."

‘HIKUMETA ŞAMÊ Û ÎTÎLAF GEFÊ LI YEKITIYA SÛRIYÊ DIXWIN’

Der barê metirsiya van gavan de jî Qesas got: "Dema ku beşek ji gelê Sûriyê berjewendiya xwe di çarçoweya yek Sûriyê de nabîne ku bimîne û dema ku îradeya wan nayê naskirin, yekitiya Sûriyê di metirsiyê de ye.

Rejîm û opozisyon her du gefan li paşeroja Sûriyê dixwin. Yên ku behsa Sûriyeke piralî û nenavendî, ku tê de nirxên felsefî serdest in û banga projeyeke mîna Rêveberiya Xweser dike, ew yekitiya Sûriyê diparêzin, ne tenê di warê siyasî û fikrî de lê bi rêya pirojeya rêveberiya xweser û tiştên ku pêşkêş dikin."

‘DIVÊ GELÊN SÛRIYÊ PIŞTGIRIYA RÊVEBERIYA XWESER BIKIN’            

Fîras Qesas wiha lê zêde kir: ""Ez bang li gelê Sûriyê dikim ku ji nêz ve çavdêrî bikin, bi cidî û bi zanebûn biryara xwe bidin û li ser tecrûbeya herêmên Rêveberiya Xweser bisekinin, ji ber ku ew projeya herî baş e ku dê bibe nimûne ji bo tevahiya welat."

Fîras Qesas piştrast kir ku gelê Sûriyê ji tiştên ku diqewimin haydar bûne û dizanin ku projeyek piralî ya demokratîk heye û baweriya xwe bi yek Sûriyê heye, lê bi nêrînek piralî ji bo pêşerojeke bi rûmet, azad û edalet.                     

(şx-dx)