Şerê tawanbariyê yê Rûsya û dewletên rojavayî yê têkildarî kuştiyên li Buchayê gur bû

Moskovê têkiliya xwe ya bi kuştiyên li Buchayê derewand û Kîev tawanbar kir ku derewan belav dike. Ukraynayê bûyerên li Buchayê wek “qirkirin” bi nav kirin.

Şerê tawanbariyê yê Rûsya û dewletên rojavayî yê têkildarî kuştiyên li Buchayê gur bû
5 nîsan, 2022   08:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyê Rûsyayê yê li NY`yê Vasily Nebenzia Ukrayna tawanbar kir ku wêne û dîmenên sexte yên bûyerên Buchayê belav kirine û îdia kir ku “delîl” hene ku hêzên Rûsyayê li Buchayê tu sûcên şer pêk neanîne.

Nebenzia got wêneyên cenazeyên li Buchayê hatine weşandin, xuya dikin ku Kîev hîna derewan belav dike. Her wina Nebenzia têkildarî bûyerên li Buchayê gelek vîdeo belav kirin.

Serokê Ukraynayê Volodimîr Zelensky jî eşkere kir ku dê îro li pêşiya Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê biaxive. Her wiha destnîşan kir ku hejmara sivîlên li Borod Yanka û bajarên din ên Ukraynayê yên rizgarkirî hatine kuştin, ji hejmara kuştiyên li Buchayê zêdetir e.

Zelensky diyar kir ku ji berjewendiya Ukraynayê ye ku lêpirsîneke vekirî têkildarî mijarê li dar bikeve û destnîşan kir ku Rûsya dê hewl bide sûcên xwe veşêre.

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê Jake Sullivan jî got heta niha tu delîl tune ne ku “komkujî” li Ukraynayê pêk hatine.

Têkildarî nirxandina destwerdana Rûsyayê li ser Ukraynayê, Sullivan got: “Rûsyayê nekarî Ukraynayê kontrol bike. Piştî binkeftina leşkerî Moskovê stratejiya xwe guherand.”

DYA û Ewropa plan dikin ku cezayên din di vê hefteyê de li Moskovê ferz bikin, ji ber sûcên kuştina sivîlan li Ukraynayê.

Çîn ku di çend salên dawîn de nêzî Moskovê bûye û têkiliyên dîplomatîk û bazirganî bi Ukraynayê re pêk anîne, li hember destwerdana Rûsyayê ya li ser Ukraynayê tu helwest nîşan neda. Lê banga pêkanîna dan û standinan kir.

(şx)