​​​​​​​Ji bo hevdîtinê parêzerên rêber Abdullah Ocalan serlêdan kir

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo ku muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê da.

​​​​​​​Ji bo hevdîtinê parêzerên rêber Abdullah Ocalan serlêdan kir
5 nîsan, 2022   10:09
NAVENDA NÛÇEYAN 

Parêzer Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Emran Emekçî serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê da û xwest bi muwekîlê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.

Rêber Abdullah Ocalan ji sala 1999'an û vir ve ku komployeke navneteweyî dîl hate girtin, li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de tê hiştin.

Herî dawî 25'ê Adara 2021'ê birayê Abdullah Ocalan pê re bi telefonê axivî bû. Lê belê ev axaftin jî nîvco mabû.

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan piştî 8 salan di 2 û 22'yê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an de karîbûn muwekîlê xwe bibînin. Ji 7'ê Tebaxa 2019'an û vir ve jî serlêdan bê bersiv hatin hiştin.

Parêzeran 22'yê Mijdarê ji bo 'hevdîtina bi lez' serî li Dadgeriya Ceza ya Bursayê dan û hingî eşkere bû ku 2 biryarên ji bo qedexekirina hevdîtinê li Abdullah Ocalan hatiye birîn. Dadgeriya Ceza ya Bursayê ku serlêdan red kir, ji bo vê biryara xwe jî qedexeya 6 mehan a 12'ê Cotmehê ku dadgehê li Ocalan biriye, wek hincet nîşan da.

Heman dadgeriyê serlêdana malbatan jî red kir û ji bo hincet jî biryara Serokatiya Desteya Dîsîplînê ya Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê nîşan da ku 18'ê Tebaxê ji bo 3 mehan serdan li Ocalan qedexe kiriye.