Meclisa Şengalê: Em çêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de qebûl nekin

Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê têkildarî çêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de daxuyaniyek da û diyar kir ku vê hewldanê qebûl nakin.

Meclisa Şengalê: Em çêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de qebûl nekin
5 nîsan, 2022   08:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Li hemberî lêkirina dîwarê ku hikumeta Iraqê di navbera Şengalê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de lê dike, Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Daxuyanî li Baxçeyê Rêber Abdullah Ocalan ê li Şengalê hate dayîn û hevseroka Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Xezal Reşo xwend.

Meclisê di daxuyaniyê de diyar kir: "Artêşa Iraqê di navbera Rojava û Şengalê de dîwar lê dike, beton datîne. Şervanên PKK'ê di vî sînorî de korîdora mirovî vekir û bi hezaran êzidî û pêkhateyên din rizgar kirin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Şengalê fikrên rêber Abdullah Ocalan nas kirine û êdî ne ya berê ye û wiha hate gotin: “Em weke civaka êzidî û hemû pêkhateyên din ên li Şengalê bi rengekî azad û demokratîk bi hev re dijîn. Ev yek jî bi saya fikrên rêber Abdullah Ocalan û PKK'ê ye."

Bi navê Rêveberiya Xweser em çêkirina vî dîwarî şermezar dikin û ti carî qebûl nakin. Ji ber ku dîwar çûn û hatina her du aliyan qut dike. Ev rêgeh ji bo me êzidiyan rêya rizgariya ji her cure êrişan e."

Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê di dawiya daxuyaniyê de ev bang kir:

"Em bang li cihên pêwendîdar dikin ku dest di vê yekê werdin, ji bo ku lêkirina vî dîwarî bê rawestandin û dawî li neheqiya li ser pêkhateyên Şengalê bê anîn."