​​​​​​​Hikumeta Şamê nahêle ard derbasî Şêxmeqsûdê bibe

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê îro nan tune bû, ji ber ku Firqeya 4`an a hikumeta Şamê nehişt barên ard derbasî taxê bibin.

​​​​​​​Hikumeta Şamê nahêle ard derbasî Şêxmeqsûdê bibe
5 nîsan, 2022   08:19
HELEB

Li gorî çavkaniyên Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, ji ber dorpêça li ser her du taxan, depoyên ard vala bûn û vê sibê nan li şêniyan nehat belavkirin.

Ev demeke dirêj e ku hikumeta Şamê ambargo li ser her du taxan ferz kiriye. Ev nîşaneya rûdana kareseteke mirovî ye ku jiyana 200 hezar kesî li her du taxan dixe xetereyê.

Bendên kontrolê yên hikumeta Şamê 3 sal e derbasbûna madeyên xwarinê, ard û sotemeniyê ji taxan re asteng dike.

Di 13`ê Adarê de endamên Firqeya 4`an barên madeyên xwarinê kirin hedef ku berê xwe dabû taxa Şêxmeqsûd a Helebê û ji wê demê ve nahêlin madeyên xwarinê derbas bibin.

(şx)