Şêniyan nerazîbûn nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re da

Şêniyan tevgerên PDK û tevkriya wê ya bi dewleta Tirk a dagirker re li dijî gerîlayan bi xiyanetê li doz û gelê Kurd bi nav kir û bang lê kirin ku ji komployên dewleta Tirk dûr bikeve.

Şêniyan nerazîbûn nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re da
5 nîsan, 2022   05:57
HESEKÊ – OLVA HAC MENSÛR

KCK`ê di 26`ê Adara borî de bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker bi beşdarbûna PDK`ê amadekariyên êrişên li dijî HPG`ê dike. Her wiha bang li PDK'ê kir ku tev li planê nebe.

ANF`ê li ser zimanê çavkaniyekî xwecehî ragihand ku artêşa Tirk a dagirker bi hevkariya PDK`ê amadekariyên êrişên li dijî herêma Kanîmasî ya Başûrê Kurdistanê dike. Çavkanî diyar kir ku ji bo vê provokasyonê, tîmek ji 15 kesan ku ji hêzên Zêrevan (Yekîneyên taybet ên PDK'ê) û Pêşmergeyên Roj pêk tê, li baregeha Binesalawê hatiye bicihkirin û got, "Tîmek bi rêya GPS'ê li heman cihî, tîmeke din jî bi berpirsyariya yekî ji îstîxbarata artêşa Tirk hatiye avakirin. Tîma duyemîn bi kincên sivîl ên şîrketa bi navê Lewen Asayîş tevdigere."

Welatiyên herêmê tevgera PDK`ê bi dijberî Kurdan wesifandin û bang li PDK`ê kir ku dûrî planên dewleta Tirk bikeve û berjewendiyên gelê Kurd di ser her tiştî re bigire.

'PDK'Ê ALÎKARIYA DAGIRKERAN DIKE'

Welatiyê bi navê Ebdulezîz Hisên got, hevkariya PDK`ê ya bi dewleta Tirk re û plana êrişa li dijî HPG`ê ne tiştekî nû ye û wiha axivî: "PDK`ê hevkariya dijminê gelê Kurd dike. Bi dewleta Tirk re li dijî gelê xwe dixebite. Ajnîde û berjewendiyên xwe di ser gelê xwe re digre û di komployên Tirkiyê de dibe hevkar."

Hisên da zanîn ku heger PDK'ê hevkariyê bi dewleta Tirk re dewam bike wê encamên xeter ji bo doza kurdî bîne û ev hişyarî da: "Ev hevkarî wê bibe sedema hilweşandina doza me. Di heman demê de wê tevliheviyê di navbera gelê Kurd re çêbibin. Ev yek destekdayîna dagirkeran di tunekirina nasname, çand û zimanê me de ye."

Hisên diyar kir ku kesên sûdê ji van êrişan digrin dijimên gelê Kurd e û got, ev plan ji bo têkbirina girêdana gelê Kurd yê li her çar parçeyên Kurdistanê ye.

Ebdulrezaq Hisên di dawiya axaftina xwe de bang li PDK`ê kir ku dûrî planên dewleta Tirk a dagirker bikeve.

'GERÎLA ME DIPARÊZE'

Her wiha welatiya bi navê Necma Xelîl bal kişand ser hişmendiya hikumeta Başûrê Kurdistanê ku di bin serweriya PDK`ê de ye û ev tişt anî ziman: "Sîstema ku ji aliyê hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê ve tê meşandin sîstemeke kapîtalîst e. Ev sîstem berovajî fikrên demokratîk ên rêber Ocalan e. Ji ber wê jî ev hikumet her tim berjewendiya xwe li ser berjewendiya gelê xwe re digre.

Necma Xelîl da zanîn ku tevî êrişên PDK`ê û hevkariya wî ya bi dewleta Tirk re li dijî gerîlayan, lê nikare tu pêşketinan pêk bîne û got: "Gerîla hêza yekane ye ku me diparêze û ji bo gelê xwe dixebite."

Welatiyê bi navê Hemîd Şêxmûs Mamê jî got, tevkariya PDK`ê ya bi dewleta Tirk re xiyaneta wê ya li doz û gelê Kurd nîşan dide û wiha axivî: "Dîroka gelê Kurd tijî komkujî ne ku dewleta Tirk pêk anîne. Heta roja îro em dibînin ku dewleta Tirk Kurdan dike hedef û komkujî û sûcan li dijî wan pêk tîne. Dijminê bav û kalan nabe dostê lawan."

Mamê di dawiyê de bang li PDK`ê kir ku dûrî planên dewleta Tirk ên li dijî HPG`ê bikeve got, beşdarbûna di vî şerê de dê talûkeyan ji gelê Kurd re bîne.

(bx)

ANHA