​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn: 3 endamên me li Zirganê birîndar bûn

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di encama bombebarana balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker a li Zirganê de 3 endamên wan birîndar bûn.

​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn: 3 endamên me li Zirganê birîndar bûn
4 nîsan, 2022   20:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî êrişa dewleta Tirk a li Zirganê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "

"Dewleta Tirk a dagirker di 4’ê Nîsanê de êrişên xwe li dijî bajarokê Zirgan û gundewarên wê yê kantona Cizîrê berdewam dike. Ji ber binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li yên dijî herêmên me gelek welatî birîndar bûn û 3 endamên me li bajarok birîndar bûn. Her wiha zirarên madî yên mezin bi mal û milkên welatiyên bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Digel bêdengiya navneteweyî û rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan, dewleta Tirk a dagirker welatiyan hedef digire, qetil dike û mafên welatiyan bênavber bin pê dike."

(fr)

ANHA