"100 kes nikarin çopa 30 hezar kesî paqij bikin"

Cîgira Hevserokatiya Desteya Rêveberiya Xwecehî û Jîngehê ya herêma Cizîrê Bêrîvan Omer daxwaz ji şêniyan kir ku parastina paqijiya giştî bikin û diyar kir ku parastina jîngehê erka her kesî ye.

"100 kes nikarin çopa 30 hezar kesî paqij bikin"
5 nîsan, 2022   06:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Şênî bi hatina Buherê re derdikevin seyranan, bihnvedanê li nava xwazayê dikin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek cihên geştyarî hene, xwedî xwezayeke xweşik in, li her gundekî geştyar hene.

Şênî dema derdikevin seyranan xwarin û pêwîstiyên birajtina goşt û vexwarinê bi xwe re dibin.

Dema xwe ji li xwezayê derbas dikin û beşek ji wan jî ji şevê heta danê sibehan li wir dimînin.

Dema ku her kes diçe malên xwe, dîmenên xemgînî tên dîtin, ew jî gemara ku li nava dar û giyan ya bê serûber dimîne.

Şênî li şûna ku gemar û paşmayên seyranê bavêjin çopê, davêjin erdê, beşek ji wan jî ziyan digihînin dar û giyayan.

Girînendeya Jîngehê bi hevkairya şaredariyan, gelek sergo li cihên seyranan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirine

Her wiha bi hezaran dar çand, tenê li Mizgeftê ya Tirbespiyê, Desteya Rêvebiriya Xwecehî û Jîngehê beriya Newrozê 3 hezar darên merx û berhemdar li ser rûbera 4 hektaran çand.

Di heman demê de çandina 13 hezar dar li kantona Hesekê dewam dike.

Cîgira Hevserokatiya Desteya Rêveberiya Xwecehî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê Bêrîvan Omer got: "Paqijî berpirsyariya her kesî ye, divê em bigihêjin wê yekê ku welat mala me ye, divê em parastina paqijiya wê bikin."

Bêrîvan Omer da zanîn ku bi rihê berpirsyarê tevgerkirin, çareseriya tekaneye ji bo parastina paqijiyê û ev tişt anî ziman:  "100 kes beşdarî kampanyayên paqijiyê dibin, ew nikarin çopa 30 hezar kes li pey xwe hiştine paqij bikin."

Bêrîvan Omer bang li şêniyan kir ku ziyanê negihînin daran û diyar kir ku ew dar dê bibin cihekî xweş di pêşerojeke nêzîk de ji bo seyranan.

Girînendeya Jîngehê û Şaredariyên Gel herdem piştî dema seyranan bi beşdariya hin kesên dildar dest bi paqijkirina cihên seyranan dikin.

Ji bilî dîmenê ne xweşik, avêtina çopê dihêle ku bihneke genî derbikeve.

Şêniyê bi navê Şikirî Hisên ku beriya niha ew li gel 2 hevalên xwe derketibû gundê Dirêcîk a ser bi Tirbespiyê ve got: " Dema em çopê li pey xwe dihêlin em ji xwe re dibêjin careke din çawa em ê bên nava vê çopê derbikevin seyranan. "

Hisên tevî hevalên xwe bi xwe re kîs anîbûn û gemara xwe bi xwe re biribûn, wiha tîne ziman: "Pir hêsan e, tenê em çopa xwe kom dikin û diçin."

Silêman El-Mihemed jî ji bajarê Tebqayê ye, ku bajarê wî bi cihê geştyarî û seyranan tê naskirin ji ber ku li ser çemê Feratê ye, bal kişand ser parastina jîngehê, da ku nexweşî û kêzik belav nebin.

EL-Mihemed got, parastina daran ne tenê ji bo xemilandinê ye, lê belê ji bo hevsengiya jîngehê ye jî gelek balinde li ser wan daran hêlînên xwe çêdikin.

(şt)

ANHA