Wezîrên derve yên ereban serdana Moskova û Varşovayê dikin

Wezîrên karên derve yên dewletên ereban serdana Moskova û Varşovayê dikin da ku rewşa Ukraynayê gotûbêj bikin.

Wezîrên derve yên ereban serdana Moskova û Varşovayê dikin
4 nîsan, 2022   14:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî berdevkê wezareta karên derve ya Misirê Ehmed Hafiz, Wezîrê Karê Derve yê Misir Samih Şukrî îro berê xwe da Moskov, piştre wê biçe Varşovayê.

Hafiz got, ev serdan li ser asta wezîrên derve yên welatên ereban e û di çarçoveya pêkanîna encamnameyên Meclisa Komkara Welatên Ereb de ya bi armanca dîtina çareseriyeke diplomatîk ji aloziya li Ukranyayê  tênkirin.

Beriya vê  jî Cezayîr ragihandibû ku wezîrê wê  yê derve Remtan Limamira wê rojê duşemê li gel wezîrên derve yên Urdun, Sûdan, Iraq û Misirê serdana Moskovayê bike. Her wiha daxuyand, Sekretêrê Giştî yê Komkara Dewletên Ereban Ehmed Ebû El-Xeyit wê li gel şandeya wezîrên derve hevdîtinan bi aliyê rûs re pêk bîne.

Wezareta Derve ya Cezayîr got, piştî Moskova wê şande serdana paytexta Polonya Varşovayê bike da ku bi aliyê Ukraynayê re hevdîtinan pêk bîne.

(bx)