'Dewleta Tirk stasyonên kehrebeyê topbaran dike û rêjeya ava Firatê kêm dike'

Nivîsgeha Enerjî û Pêwendiyê ya Herêma Cizîrê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker stasyona kehrebeyê û toreyên wê yên nêzî Til Temir û deverên sînor ên li beramberî herêmên dagirkirî topbaran dike.

'Dewleta Tirk stasyonên kehrebeyê topbaran dike û rêjeya ava Firatê kêm dike'
4 nîsan, 2022   14:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera fermî ya Nivîsgeha Enerjî û Pêwendiyê ya Herêma Cizîrê , dewleta Tirk a dagirker stasyon û toreyên kehrebeyê yên nêzî navçeya Til Temir topbaran kir.

Nivîsgehê her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk avê wekî çekeke stratejîk bi kar tîne û got, ji roja şemiya borî ve rêjeya ava çemê Firatê ku dighêje bendavên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kêm kiriye.

 (bx)

ANHA