Li Dêrazorê bi boneya 4'ê Nîsanê dar hatin çandin

Bi boneya 4'ê Nîsanê rojbûna rêber Abdullah Ocalan, MSD'ê pêngava çandina daran li gundewarê Dêrazorê da destpêkirin.

Li Dêrazorê bi boneya 4'ê Nîsanê dar hatin çandin
Li Dêrazorê bi boneya 4'ê Nîsanê dar hatin çandin
Li Dêrazorê bi boneya 4'ê Nîsanê dar hatin çandin
Li Dêrazorê bi boneya 4'ê Nîsanê dar hatin çandin
Li Dêrazorê bi boneya 4'ê Nîsanê dar hatin çandin
Li Dêrazorê bi boneya 4'ê Nîsanê dar hatin çandin
4 nîsan, 2022   15:36
DÊRAZOR

Çalakiyên bi boneya rojbûna rêber Abdullah Ocalan berdewam dikin.

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), li Dêrazorê pêngaveke çandina daran da destpêkirin. Pêngav bi beşdarbûna nûnerên meclisên sivîl û siyasî ji qada Meclisa Sivîl a Herêma Sebia Kîlo dest pê kir. Di çarçoveyê de gelek dar hatin çandin.

Di dawiyê de beşdarên pêngavê li ber avahiya Meclisa Sivîl a Dêrazorê daxuyanî da. Endamê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê Ebdurehman Dixêvîc daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de rojbûna rêber Abdullah Ocalan li gelên bindest, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate pîrozkirin û wiha hate gotin: "Bi qasî rêber Ocalan me tu kes nedîtiye ku analîzên kûr li ser azarên mirovahiyê pêşkêş kiriye. Rêbertî di dilê gelên bindest ê azadxwaz de hêvî çand û azadiyê wekî milkê tevahî mirovahiyê dibîne."

Di dawiya çalakiyê de diruşmeyên banga azadiya rêber Ocalan hatin berzkirin.

ANHA