​​​​​​​Endamê HDP'ê yê PDK’ê ew girtibû hate berdan

Endamê HDP’ê Mûsa Çîftçî ku ev 28 roj bûn li Hewlêrê ji aliyê Asayîşa PDK’ê ve hatibû binçavkirin, hate berdan.

​​​​​​​Endamê HDP'ê yê PDK’ê ew girtibû hate berdan
4 nîsan, 2022   14:17
  NAVENDA NÛÇEYAN 

Endamê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Çîftçî yê li Silêmaniyê dijiya, berî mehekê ji bo malbata xwe bigire çûbû Hewlêrê, lê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatibû binçavkirin.

Mûsa Çîftçî yê ji bajarê Colemêrg ê Bakurê Kurdistanê ye, ev 28 roj bûn di Asayîşa Giştî ya Hewlêrê de dihat ragirtin.

Çîftçî yê sedema binçavkirina wî nehate zanîn, îro hate berdan.

Çîftçî ji ber sedemên siyasî berî 6 salan neçar bûbû berê xwe bide Başûrê Kurdistanê.

Nêzî 6 sal in Çîftçî li Silêmaniyê dijiya. Çîftçî dema diçû Hewlêrê ji bo malbata  xwe bigire, li Şeqlawa ji aliyê Asayîşa PDK’ê ve hatibû binçavkirin.