Li Minbic û Helebê çalakiyên 4'ê Nîsanê

Bi boneya 4'ê Nîsanê rojbûna rêber Abdullah Ocalan, li Minbicê mîhrîcaneke ji bo zarokan hate lidarxistin û dar hatin çandin. Li Helebê jî şahiyek hate lidarxistin û dar hatin çandin.

Li Minbic û Helebê çalakiyên 4'ê Nîsanê
Li Minbic û Helebê çalakiyên 4'ê Nîsanê
Li Minbic û Helebê çalakiyên 4'ê Nîsanê
Li Minbic û Helebê çalakiyên 4'ê Nîsanê
Li Minbic û Helebê çalakiyên 4'ê Nîsanê
Li Minbic û Helebê çalakiyên 4'ê Nîsanê
Li Minbic û Helebê çalakiyên 4'ê Nîsanê
Li Minbic û Helebê çalakiyên 4'ê Nîsanê
Li Minbic û Helebê çalakiyên 4'ê Nîsanê
Li Minbic û Helebê çalakiyên 4'ê Nîsanê
Li Minbic û Helebê çalakiyên 4'ê Nîsanê
Li Minbic û Helebê çalakiyên 4'ê Nîsanê
Li Minbic û Helebê çalakiyên 4'ê Nîsanê
Li Minbic û Helebê çalakiyên 4'ê Nîsanê
Li Minbic û Helebê çalakiyên 4'ê Nîsanê
Li Minbic û Helebê çalakiyên 4'ê Nîsanê
Li Minbic û Helebê çalakiyên 4'ê Nîsanê
Li Minbic û Helebê çalakiyên 4'ê Nîsanê
4 nîsan, 2022   14:13
MINBIC

Bi boneya 4`ê Nîsanê rojbûna rêber Abdullah Ocalan, navenda Çand û Huner a bajarê Minbic û gundewarên wê mîhrîcana yekemîn a zarokê azad bi dirûşmeya "Bi zarokatiya xwe ez ya îro geş dikim û pêşerojê bi rêve dibim" li navenda Komîteya Çand û Hunerê  a rojavayê bajar, li dar xist.

Nûnerên saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê, saziyên jin û bi dehan şêniyên bajar beşdarî mîhrîcanê bûn.

Di mîhrîcanê de cîgira hevserokatiya Komîteya Çand û Huner Mûnîra Gulzî wiha axivî: "Vaya roja 4`ê Nîsanê jinûve derket. Di nava xwe de bîranînên xweş bi xwe re anî. Ew rojbûna rêber, ronakbîr û fêlozof Abdullah Ocalan e."

Mûnîra wiha domand: "Bi vê mîhrîcanê em dixwazin zarokan hişyar bikin, baweriya wan bi kesayeta wan û danûstandina bi zarokên din re xurt bike. Divê dengê kêfxweşiyê ji hember deng top û guleyan were bilindkirin."

Endama Komîteya Ji Rêbertî re Azadî ya Minbicê Asya Hisên, rojbûna rêber Abdullah Ocalan li tevahî gelan pîroz kir û got: " 4`ê Nîsanê rojbûna mirovahiyê ye. Rêber Ocalan di fikrên xwe de cihekî girîng daye zarok û zarokatiyê. Ji ber dibîne ku zaroktî bingeha berxwedanê ye û xewnên zarokan bingeha azadiyê ye."

Piştî axaftinan koma zarokan a Çand û Hunerê stranek pêşkêş kir, komên ji Kobanê jî dîlanên folklorî yên kurdî pêşkêş kir û stranek got. Her wiha koma ji Minbicê jî şanoyek pêşkêş kir.

Koma dîlanên çerkesî dîlan pêşkêş kir, Yekitiya Werzîşê beşek ji werzîşa taykwando pêşkêş kir û paşê stran û şano hatin pêşkêşkirin.

Tê payîn ku mîhrîcan heta sibe dewam bike û pêşangehek were vekirin.

Li aliyekî din jî Komîteya Ji Rêbertî re Azadî ya Minbicê pêngava çandina daran li qada nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd da organize kir.

Endamên saziyên sivîl, leşkerî, partiyên siyasî û saziyên jin li Minbicê beşdarê  pêngavê bûn.

Endamê komîteyê Zekî Ehmed wiha axivî: "Nîsan meha xêrê ye. Di 4`ê Nîsanê de şeveqa azadiyê bi rojbûna rêbertî dest pê kir û neteweya demokratîk jidayik bû."

Paşê 598 dar hatin çandin.

HELEB

Bi heman boneyê Kongra Star a Helebê bi amadebûna bi sedan şêniyan şahiyek lidar xist.

Şahî li goristana Şehîdên Berxwedana  Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya li herêma Şeqîf pêk hat.

Di şahiyê de nûnerên YPJ, partiyên siyasî, Hêzên Ewlekariya Hindirîn, saziyên civaka sivîl û bi sedan welatî amade bûn.

Cihê şahiyê bi wêneyên rêber Ocalan, alên PKK û sembolên şoreşgerî hat xemilandin.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê li ser giyanê şehîdan dest pê kir, piştre bi navê Kongra Star yek ji rêvebirên meclisa jinê ya PYD'ê Hêvîn Silêman axaftin kir.

Hêvîn Silêman di axaftina xwe de rojbûna rêber Ocalan li hemû gelên bindest û azadîxwaz pîroz kir û rojbûna Ocalan weke jidayikbûna hêviyê şoreşa li dijî koledariyê bi nav kir.

Hêvîn Silêman di dewama axaftina de bal kişand ser şer û aloziyên li herêma Rojhilata Navîn û got: " Ew krîz bi rêya projeyên rêber Ocalan tên çareserkirin, di nava wan de jî pirsgirêkên nijadperestî."

Her wiha bi navê Ji rêber Ocalan re Azadî ya Sûriyê endama rêveber ê însyatîfê Amna Xidro axaftin kir û got:" Divê gelên ku Ocalan wan ji koletiyê rizgar kiriye, ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan bixebitin."

Amna Xidro soza şopandina rêya şehîdan û felsefeya rêber Ocalan heta pêkanîna armancên destnîşankirî di avakirina welateke demokratîk û azad li ser bingeha pirengî da.

Paşê komên hunerî yên girêdayî navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê hunerên xwe pêşkêş kirin.

Koma Şehîd Serhed jî dîlanên folklorî pêşkêş kir, hunermend Ehmed Xanê û Sîpan Xelat her wiha komên Çiyayê Hawar, Agirî û Şehîd Vajîn stran gotin.

Şahî bi gernadina govendê bi dawî bû.

Di heman demê de endamên saziyên civaka sivîl, nûnerên partiyên siyasî û şêniyan şitlên darên zeytûn û fêkiyan li parka Zarokên Şehîdên Efrînê çandin.

Ew dar ji aliyê şaredariyê ve hatibûn pêşkêşkirin ku hejmara wan 200 şitilên zeytûnê, Kerez, leymûn, Ekdîna û Moz in.

Parka Zarokên Şehîdên Efrînê ji aliyê YPG û YPJ ve hatiye vekirin n, tê de peykerê kelha Hûrî û pira Rûmanî heye.

(bx-şt)

ANHA