​​​​​​​Li Lubnanê rojbûna rêber Ocalan hate pîrozkirin

Kurdistaniyên li Lubnanê rojbûna rêber Abdullah Ocalan bi şahî û daxuyanî pîroz kir.

​​​​​​​Li Lubnanê rojbûna rêber Ocalan hate pîrozkirin
3 nîsan, 2022   19:33
BEYRÛT

Bi dehan Kurdistaniyên li Lubnanê rojbûna rêber Abdullah Ocalan bi şahiyekê pîroz kir. Li cihê pîrozbahiyê wêneyên rêbertî, al û sembolên Kurdî hatin daleqandin.

Di şahiyê de daxuyanî bi navê PYD`ê, Kongra Star, Ciwanên PYD`ê, Weqfeya Newroz a Çand û Civakî û Weqfeya Jîn a jinan hatin dayîn. Di daxuyaniyan de rojbûna rêbertî li gelê Kurdistanê, tevahî gelên bindest hate pîrozkirin û hate teqezkirin ku rojbûna rêbertî rojbûna azadiya gel û pêkhateyên Rojhilata Navîn bi giştî û gelê Kurd bi taybet e.

Paşê Koma Welatê Rojê stran pêşkêş kirin, her wiha Koma Şehîd Rojînda dîlanên filklorî pêşkêş kirin.

Şahî bi dirûşmeyên banga azadiya rêber Ocalan, bi dawî bû.

(bx)

ANHA