Baregeha Tirkiyê ya li Beşîka hate hedefgirtin

Baregeha artêşa Tirk a dagirker a Beşîka ya  li Zîlkan a li Herêma Başûrê Kurdistanê bû hedefa mûşekan.

Baregeha Tirkiyê ya li Beşîka hate hedefgirtin
3 nîsan, 2022   19:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsê, berpirsê Rangihan û Peywendiyên Malbenda Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) ya Mûsilê Xeyas Surçî diyar kir ku ji berî niha baregeha Zîlkan a artêşa Tirk a li Herêma Kurdistanê hate hedefgirtin.

Li gorî agahiyên destpêkê, baregeh bi 2 mûşekan hatiye armanckirin.