ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-04-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-04-2022
3 nîsan, 2022   23:00

-Bi boneya rojbûna rêber Ocalan, welatiyên Qamişlo pîrozbahiyekê li stada Şehîdan a 12’yê Adarê li dar dixe. Saet 11:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Lêkolîner û pisporê kar û barên komên îslamî û cîhadîst Mistefa Emîn teqez kir ku dewleta Tirk di berdewamkirin û mayîna DAIŞ`ê de rol lîst û herêmên dagirkirî kirin spartgehên serçeteyên DAIŞ`ê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Jinên kantona Efrînê rojbûna rêber Abullah Ocalan li tevahî jinên cîhanê pîroz kir û teqez kir ku bi saya fikir û felsefeya rêbertî jinê xwe ji zihniyeta desthilatdar rizgar kir, her wiha banga bilindkirina têkoşînê ji bo azadiya fîzîkî ya rêbertî kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Jinên Çerkez, Kurd û Ereb ên Minbicê 4'ê Nîsanê rojbûna rêber Abdullah Ocalan wekî rojbûna şoreşa jinê û azadiya wê bi nav kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

-Her sal di roja 4’ê Nîsanê de gelê kurd û dostê wî li Kurdistanê û gelek welatên din bi boneya jidayîkbûna Rêber Apo şitlên daran diçînin. Çandina şitlên daran berdewamkirina jiyanê, xurtkirina tekoşîna azadiyê û bilindkirna asta jiyana azad îfade dike. Ev roj bi coşekî pir mezin li her devera Kurdistanê bi şahî û kêfxweşî tê pîrozkirin. (BI WÊNE)

HEVPEYVÎN

-Ji fermandên YPJ`ê Avesta Roj anî ziman ku têkoşîna yekîneyan bi parastina jinan ve sînordar nine, lê belê hêzeke û xwe dispêre parastina cewherî, her wiha li dijî hemû awayên tundî û êrişên li ser jinan disekine. (BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

- Li hemberî amadekariya êrişê ya PDK'ê ya li gel dewleta Tirk a dagirker a li dijî PKK'ê, endamê PYD'ê Xelîl Osman û hevserokê Yekitiya Rewşenbîran Kurdiyar Dirêhî got ev êriş dê ne ‘birakujî’ be lê ji bo PDK'ê dê ‘xwekujî’ be. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA