Ji niha û şûnde îşkence nîn e, em vê bawer bikin?!

Esas ne derxisitna qanûnên baş e, lê ya baş rêzgirtina li hemberî van qanûnan û pêkanîna wan e. Rejîm qanûnên ku bi xwe derxistine, binpê dike.

Ji niha û şûnde îşkence nîn e, em vê bawer bikin?!
3 nîsan, 2022   07:50
DIYA ÎSKENDER

Di dawiyê de, qanûna 16 a sala 2022'yan derket. Ev qanûn girêdayî sûcdarkirina îşkenceyê û darizandina sûcdaran li gorî lîsteyaên cezayan e ku ji sê salan heta înfazkirinê ye. Ev qanûn 15 salan hate derengxistin, ango piştî 15 salan ji beşdarbûna Sûriyê li Hevpeymana Têkoşîna li dijî Îşkenceyê û hevpeymanên din ên girêdayî cezayan ên li gorî biryara Komelaya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya sala 1984'an ku ji sala 1987'an de ketiye meryetê derket. Sûriyê di sala 2006'an de beşdarî hevpeymanê bû. Li gorî bendên vê hevpeymanê; divê her dewletek ku beşdarî hevpeymanê bibe qanûnê xwe li gorî wê saz bike. Lê hikumeta Şamê bi hinceta "şer" derxistina vê qanûnê dereng xist. Ev hincet li ser zimanê Serokê Komîteya Karûbarên Destûr û Qanûnan a hikumeta Şamê Ehmed El-Kizberî hate eşkerekirin.

/ar/uploads/files/2022/04/03/065220_dhyaa-askndr.webp

Li gorî min, diviyabû ku ev biryar ji dema yekitiya Misir-Sûriyê sala 1985'an hatiba derxistin ku piştî wê binpkirinên giran ên mafên mirovan derketin û heta roja me ya îro di asteke giran de dewam dikin. Bi van sûcan muxalifên rejîmê di salên borî de azarên mezin kişandin.

Taybetmendiyeke min welê heye ku her biryareke hikumeta Şamê derdikeve dixwazim bi made û bendên wê qanûnê bi kûrahî bixwînim. Min gelek caran bi baldarî xwend ku kêmasî bibînin û bêrumetiya li qanûnê nîşan bidin. Lê şoq mam ku min tu kêmasî tê de nedîtin. Mîna ku ev qanûn li welatekî Skandînavyayê hatiye sazkirin!

Ez mam fikirîm û min pirsî:

Sedemên derxistina vê qanûnê çi ne? Çima ewqasî dereng hate derxistin? Armanc ji derxistina wî di vê demê de çi ye gelo?. Gelo armanceke navneteweyî heye ku rejîmê wekî sîstemek îdeal mîna welatên pêşketî pêşkêşî civaka navneteweyî bike?

Tavilê ez têgihiştim ku derxistina mîna van qanûnan ji aliyê rejîmê ve, bêyî nêrîna li sedemên wê, ji bilî taktîkeke xwenîşandanê ne tiştekî din e. Esas ne derxistina qanûnên baş e, lê esas di rêzgirtina li hemberî wan û pêkanîna wan de ye. Ji aliyê dîrokî ve, rejîm mezintirîn binpêkerê destûr û qanûnên ku bi xwe derxistine ye. Mînak; qanûna ku niha derxistiye jî ji gelek bend û madeyên gelekî baş pêk tê. Lê em hemû dizanin ku ev qanûn wê neyên pêkanîn.

Mînak, di madeya 53 a destûrê ya sala 2012'an de tê gotin: "Nabe îşkence li tu kesî were kirin an neheqî li wan were kirin. Kesên ku wisa bikin qanûnên cezakirinê hatine diyarkirin." Her wiha li gorî madeya 391 a qanûnan cezayan a sala 1949'an de hatiye derxistin, " Yê ku tundiyeke derqanûnî li dijî kesekî pêk bîne, da ku ew kes der barê sûcekî yan agahiyan li xwe mukir bê de, cezayê girtîgehê ji sê mehan heta 3 salan lê tê birîn."

Pêwîst nake em behsa pêkanîna van qanûnan bikin ku tu têkiliyên wê bi rastiyê tune ye. Dîroka binçavkirina siyasî ya vî welatî bi rêbazên herî giran ên îşkenceyê tijî ye .

Qanûna behsa mijarê berovajî bendên qanûnî yê (16) û (74) ne ku di her du biryarnameyên qanûnî de cih digirin (Biryara hejmara 14  di 25/1/1969'an de û biryara hejmara 549 a di 25/5/1969 de hatine derxistin). Ev herdu biryar cezakirina endamên ewlehiyê yên ku di dema pêkanîna erkên xwe de, bi biryara serokê xwe sûcan dikin qedexe dike. Ev tê wateya ku cezakirin an jî hesabxwestina ji endamên ku binpkirin, sûc û îşkence li girtiyên di girtîgehan de pêkanîne erêkirina serokê wî dixwaze. Di encamê de serokî wê erê nake, ji ber ku wî fermana binpkirinê daye.

Ji ber vê yekê em dikarin bêjin ku qanûna di dîroka belavkirina wê di rojnameyên fermî de dikeve meryetê qet tu bandorên wê tune ne. Bi wateyeke din, bi sed hezaran welatiyên ku di salên dawî de bi taybet di pêvajoya aloziya Sûriyê de bûne qurbanî rastî her cure îşkenceya giran tên ku laşê mirov dicemidîne, lê nikarin giliyê kesên ku îşkence li wan kirine, bikin. Em zokarên îro û yên sibe ne û tiştê çû xweda efû dike.