Artêşa Tirk bi dijwarî gundewarên Eyn Îsayê topbaran kirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dijwarî gundewarên bakur û rojava yên navçeya Eyn Îsayê topbaran kirin.

Artêşa Tirk bi dijwarî gundewarên Eyn Îsayê topbaran kirin
3 nîsan, 2022   07:01
EYN ÎSA

Nûçegihana me ji herêmê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îşev di saet 02:30`an de gundê Seyda yê 1km li bakurê navçeya Eyn Îsayê û gundê Mielek, kampa Eyn Îsa û rêya M4 yên 1km li rojavayê navçeyê bi dijwarî topbaran kirin.

Di heman demê de balafirên bê mirov yên dewleta Tirk a dagirker li asîmanên navçeya Eyn Îsayê û gundewarên wê digeriyan.

ANHA