' YPJ'ê jin kirin yek û anîn ser rêya azadiyê '

Ereb, Kurd, Ermen û Asûriyan bi hev re di nava YPJ`ê de li hember DAIŞ`ê û dewleta Tirk a dagirker dikin û efsaneyên lehengiyên raber kirin ku navên wan bi tîpên zêrîn di rûpelên dîrokî de hatin nivisandin.

' YPJ'ê jin kirin yek û anîn ser rêya azadiyê '
' YPJ'ê jin kirin yek û anîn ser rêya azadiyê '
' YPJ'ê jin kirin yek û anîn ser rêya azadiyê '
' YPJ'ê jin kirin yek û anîn ser rêya azadiyê '
' YPJ'ê jin kirin yek û anîn ser rêya azadiyê '
' YPJ'ê jin kirin yek û anîn ser rêya azadiyê '
' YPJ'ê jin kirin yek û anîn ser rêya azadiyê '
' YPJ'ê jin kirin yek û anîn ser rêya azadiyê '
' YPJ'ê jin kirin yek û anîn ser rêya azadiyê '
' YPJ'ê jin kirin yek û anîn ser rêya azadiyê '
3 nîsan, 2022   06:11
QAMIŞLO – SILAVA EBDUREHMAN – CÎHAN BÎLGÎN

Şervanên YPJ û YPG'ê li hemberî çeteyên DAIŞ û artêşa dewleta Tirk a dagirker ên ku bi hemû rê û rêbazan hewl didin destkeftiyên şehîdan têk bibin, pêngavên leşkerî li dar xistin.

Serkeftinên YPJ`ê bi têkbirina DAIŞ`ê di baregeha wê ya dawî li Baxozê di 23`ê Adara 2019`an de ranewestiyaye. Beriya wê jî di 26`ê Çileyê 2015`an de di berxwedana sedsalê ya Kobanê de li hemberî çeteyên DAIŞ'ê ya destanên lehengiyê raber kirin. Çalakiya Arîn Mîrkan a li ser girê Meştenûrê mînaka vê yekê ye. Ji ber berxwedana bêhempa ya jinan di hemû qadan de Şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012`an bi şoreşa jinê hate binavkirin.

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi armanca paratina jinan û rizgarkirina wan ji tundiyê, di 4`ê Nîsana 2013`an de hate damezirandin. Ji pêkhateyên cûda yên herêmê Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Asûr, her wiha jinên ji derve tev li refê wê bûn.

Şervana YPJ`ê Barîn Dêrazor li Dêrazorê jidayik bûye û lê mezin bûye. Bajarê Dêrazorê di nava çend salan de di bin dagirkeriya çeteyê DAIŞ'ê de bûn. Di wê pêvajoyê de jiyan hatibû rawestandin, jin di malê de hatibûn hiştin û ji tevahî mafên xwe bêpar hatibûn hiştin, ji wê zêdetir biryarên tund li ser wan dihatin meşandin. Herî dawî di Adara 2019'an de şervanên QSD'ê ku sîwana sereke ya YPJ û YPG'ê ye, bajar  rizgar kir.

Barîn mîna hemû jinên Dêrazorê ku cil û çarçefa reş li ser wan hatibûn ferzkirin. Ji ber zulm û zexta çetayan neçar ma ku bi malbata xwe re xwe li herêmên Rêveberiya Xweser bigre ku ewle ne.

Barîn diyar kir ku dîmenên şervanên YPJ`ê yên di eniyên şer ên li dijî çeteyan bala wê kişandin û di sala 2017`an de tev li refên YPJ'ê dibe. Barîn Dêrazor derbarê biryara xwe ya tevlîbûnê de wiha axivî: "Min digot dibe tişta ku ez lê digerim, bibînin. Berxwedana şervanan bala min kişand tevî ku ez wan nas nakim."

Barîn Dêrazor diyar kir ku tevlêbûna wê ya nava YPJ'ê kesayeta wê gelekî guhert û wiha domand: "Kesayeta min gelekî hate guhertin. Bi wan şervanan re min xwe nas kir û ji bo pêşxistina xwe min kar kir. Bi salan em hatibûn paşguhkirin, dûrxistin û înkarkirin."

Şervana YPJ'ê Barîn Dêrazor anî ziman ku armanca wê ya tevlêbûnê ne rakirina çekê ye, lê belavbûna zanebûnê di nava jinan de ye, di heman demê de ji bo parastina her jineke ku rastî tundiyê tê ye. Her wiha destnîşan kir ku bi qasî girêdana wê ya bi azadiyê ve, serkeftinên ku wê pêk anîne kêm in.

Barîn Dêrazor navê şervana YPG'ê Emîne Omer (Barîn Kobanê) a ku di 1`ê Sibata 2018`an de di êrişa çeteyên dewleta Tirk li ser bajarê Efrînê de şehîd bû, rakir

 ‘MAFÊ KU XWESTEK LI PEY HEBIN, WINDA NABE‘

Şervana ermenî Anûş Hayirnigil di Tabûra Şehîd Nûbar Ozaniyan a Ermenî de cih digre . Ev tabûr sala 2019`an an ku di salvegera 104`an a qirkirina  Ermenan de hate damezirandin.

Anûş Hayirnigil dibêje:  "Mafê ku xwestek li pey hebin, winda nabe. Gelê Ermen mînaka ber çav e ku banga mafên xwe dike û parastinê wan dike. Di dilê her Ermeniyekî/ê de qêrîna mirovahiyê heye, baweriyeke xurt û hêviyek ku ji sînorê Ermenistanê dighêje tevahî cîhanê wê têr dike. Hêviyeke ku bi dengekê berxwedêr diqîre."

Anûş Hayirnigil ji malbateke welatparêz e, li ser xwesteka malbata xwe di sala 2015`an de tev li nava YPJ`ê dibe. Têkildarî tevlêbûnê wiha tîna ziman: "Min pareznameyên rêber Abdullah Ocalan pir xwendin. Min hêza xwe ji wan girt. Ji ber ku rêbertî jin kir pêşeng û fermandar."

Şervana YPJ'ê Anûş Hayirnigil ji ber hezkirina xwe ya li gelê Kurd bi zimanê kurdî diaxive û hewl dide xwe fêrî zimanê xwe yê dayikê û zimanên din bike. Anûş Hayringil derbarê vê yekê de vî tiştî tîne ziman: "Ez hewl didin fêrî zimanê ermenî bikin. Ji ber dewleta Tirk  qedexe kiribû ku em fêrî zimanê xwe bibin û bi çanda xwe mezin bibin. Dema min ji bavê xwe dipirsî çima me fêrî zimanê ermenî nake, digot ez ditirsim komkujî dûbare bibin, ji ber vê yekê naxwazin ku tu fêrî zimanê dayik bibe. Lê piştî tevlêbûna min a nava tabûr, êdî xwe fêrî zimanê ermenî dikim."

Anûş Hayirnigil di berdewamiya axaftina xwe ev tişt got: "Dema beşdarî merasîma şehîdan bûm, min dît ku çawa dayik li ser zarokên xwe digrîn. Min ji dayika xwe re got heger ez tev li nava YPJ`ê bibim tû yê bi şehadeta min kêfxweş be yan tê bigrî. Ji ber ez parastina xaka xwe dikim da ku nifşên bê bi aştî û ewlehî bijîn. Me zehmetî dîtin. Tişta ku min di dibistanê de dîtin û komkujiyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî gelê ermenî hatin kirin divê neyên dûbarekirin. Ji ber wê jî ez û xuşka xwe ya cêwî tev li tevgerê bûn. Piştî wê xuşka me ya sêyemîn jî tevlê bû."

'EM JI BO VEJANDINA ÇAND Û ZIMANÊ ERMENÎ DIXEBITIN'

Anûş Hayirnigil diyar kir ku beriya tevlêbûnê ji tirsa ku komkujî dûbare bibin cesaret nedikir ku qala nasnameya xwe bike û wiha domand: "Beriya ku tev li tabûrê bibim, min nikarîbû derbarê nasnameya xwe de bi kesî re biaxivim. Ji ber em ditirsiyan ku komkujî li ser me dûbare bibin. Ji ber ku gelek kes ji malbata min ji aliyê dewleta Osmanî ve hatin qetilkirin. Lê piştî avakirina tabûrê ya taybet a Ermeniyan di sala 2019`an de ez tev lê bûm. Ez li Ermeniyan geriyam. Hejmareke mezin ji wan tev li vê tabûrê bûn. Beriya wê jî nasnameyên xwe vedişartin. Ez kêfxweş bûm ku hêzek ji bo parastina gelê me hat avakirin."

Anûş Hayirnigil da zanîn ku Tabûra Şehîd Nûbar Ozaniyan ji bo parastina çand û zimanê Ermenî şer kir û wiha axivî: "Dijmin wek ku zêdetirî milyon û nîv ermenî di sala 1915`an de qetil kir, careke din êrişî gelê ermenî kir. Îro jî dewleta Tirk a dagirker komkujiyan li dijî hemû gelan Ereb, Kurd, Suryan, Aşûr û Kildan û Ermen pêk tîne. Armanca wan jî ku hemû çand, ol û baweriyan tune bike."

'YPJ`Ê NASNAME Û ÇAVKANIYA HÊZA MIN E'

Şervanan ermenî destnîşan kir ku tevlîbûna wê ji bo rakirina zulmê ji ser gelê ermenî û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û wiha domand: "Bes e ji zulm, koletî û binpêkirinên li dijî gelan re. Heta kengî dê komkujî li dijî me pêk werin û mafên me werin xwarin."

Anûş Hayirnigil da zanîn ku YPJ`ê ji bo wê çavkaniya hêzê ye û çavkaniya parastina hemû jina e.

Anûş Hayirnigil di axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku xwedî îrade bin û tê bikoşin, serî danexin û got: "Divê jin destekê bidin hev û bi hevre bisekinin. Tev li nava YPJ`ê bibin ku sîwana parastina jina ye."

(bx)

ANHA