​​​​​​​Çeteyên artêşa Tirk li Efrînê 3 welatiyên din revandin

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker 3 welatî ji gund û navçeyên kantona Efrînê ya dagirkirî revandin.

​​​​​​​Çeteyên artêşa Tirk li Efrînê 3 welatiyên din revandin
2 nîsan, 2022   11:25
ŞEHBA

Çavkaniyên ji navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê diyar kir ku çeteyên bi navê "Polîsên Leşkerî" welatiyê bi nave Qazqelê Hesen ê ji gundê Yanaqoz ê navçeya Cindirêsê revand.

Çavkaniyeke din ji navçeya Raco ya Efrînê ragihand ku çeteyên bi “ewlekariya siyasî", Mihemed Mihemed Mamo yê 43 salî ji gundê Ebla yê navçeyê revand.

Li navçeya Şêrawa jî çeteyên bi navên "Firqeya El-Hemzat" welatiyê bi navê Yusif Mehmûd Osman ê ji gundê Korzelê yê heman navçeyê bi bihaneya ku li nêzî navendên wan pez çêrandiye, revand.

(eh)