Li Eyn Îsayê li ser parastina civakî semînerek li dar ket

Bozan Xelîl di semînereke li Eyn Îsayê de bal kişand ser girîngî û rola şerê gel ê şoreşgerî û destnîşan kir ku piştî Şoreşa 19'ê Tîrmehê parastina civakî xurttir bû.

Li Eyn Îsayê li ser parastina civakî semînerek li dar ket
2 nîsan, 2022   11:39
EYN ÎSA

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê li navçeya Eyn Îsa bi beşdariya bi dehan şêniyên navçeyê û bajarokên wê, der barê girîngiya xweparastina civakê de semînerek li dar xist.

Di semînerê de hevserokê Desteya Kar û Barên Hundirîn a Herêma Firatê Bozan Xelîl bal kişand ser girîngiya parastina civakê û şerê gel ê şoreşgerî.

/ar/uploads/files/2022/04/02/102243_mhadhrh-hwl-ahmyh-alhmayh-almjtmayh-2-4-2022-e280abe280ac.webp

Bozan Xelîl destnîşan kir ku piştî destpêkirina Şoreşa 19'ê Tîrmehê parastina civakê xurttir bû û bal kişand ser girîngiya wê ji ber rêbazên şerê taybet ên ku aliyên dijmin ve li herêmê dimeşînin ji bo têkbirina ewlehî û aramiyê.

Bozan Xelîl di dawiya semînerê de bang li gel kir ku li ser girîngiya parastina civakê hişyar bin, wekî eniyeke ji bo piştgiriya hêzên leşkerî yên parêzvanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî êrişên dewleta Tirk.

(dx)