​​​​​​​PEN’a Kurd êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

PEN’a Kurd bi daxuyaniyeke nivîskî êrişa dewleta Tirk a duh a li dijî wesayîtekê li Tirbespiyê, şermezar kir. Di êrişê de ajokarê wesayîtê şehîd bûbû û tevî helbestvan Ferhad Merdê, kesekî din jî birîndar bûbû.

​​​​​​​PEN’a Kurd êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
2 nîsan, 2022   11:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Rêveber a Navenda PEN’a Kurd li ser êrişa dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da û diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji van êrişan qirkirin û neqebûlkirina nasname, hebûn û statuya Kurdan e.

Komîteyê wiha diyar kir: “Duh, 1'ê Nîsanê, di encama êrişa hewayî ya li nêzî Tirbespiyê ya li Rojava de kesek sivîl hate kuştin û du kes jî birîndar bûn ku yek ji wan helbestvanê navdar ê Kurd Ferhad Merdê ye. Li gor agahiyan, rewşa tenduristiya Ferhad Merdê niha baş e. em di vê baweriyê de ne ku  hedefgirtina wî ne tesaduf, belkî bi zanebûn bûye.”

PEN’a Kurd êriş şermezar kir û destnîşan kir ku siyaseta tunehesibandinê û êrişên bi armanca tunekirina Kurdan, bi ser nakevin û ji civata navneteweyî û aliyên peywendîdar xwest rê li ber van êrişên hovane bigirin.