Artêşa Îsraîlê 3 ciwanên filistînî kuştin

Artêşa Îsraîlê îro 3 ciwanên filistînî li ber têketina bajarokê Erabe yê li başûrê Cenînê yê li Dîfa Xerbiye kuştin.

Artêşa Îsraîlê 3 ciwanên filistînî kuştin
2 nîsan, 2022   06:55
XEZA

Çavkaniyên tenduristiyê yên Filistînê ragihand ku artêşa Îsraîlê wesayîtek bi guleyan kir hedef, di encamê de 3 ciwan hatin kuştin.             

Çavkaniyan diyar kir ku artêşa Îsraîlê cihê bûyerê dorpêç kir.

Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê, her sê ciwanan duh li herêma Tolkermê bi çekan êrişek pêk anî û plan kiribû ku êrişên din pêk bînin.

(dx)