​​​​​​​Li Efrînê 3 welatî hatin revandin

MÎT`a Tirk 3 welatî li navçeya Şera ya Efrînê ya dagirkirî revandin.

​​​​​​​Li Efrînê 3 welatî hatin revandin
2 nîsan, 2022   06:50
ŞEHBA

Çavkaniyan ji kantona Efrînê ya dagirkirî ragihand ku MÎT`a Tirk û çeteyên Polîsên Leşkerî, bi ser maleke li gundê Dêrsiwanê yê navçeya Şera ya kantona Efrînê de girt û 3 welatî revandin.

Navên kesên revandî wiha ne; Arif Nebî Dawûd (32), Hesen Nasan Barazî (23) û Ehmed Leylê. Çarenûsa kesên revandî ne diyar e.

Li aliyekî din jî di rojên dawîn de revandina welatiyan zêde bûye.

(eh)