​​​​​​​Rewşenbîrên Ereb banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir

Nivîskar û rewşenbîrên Ereb diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan afrîner e û gelek têgehên fikrî, siyasî û felsefî bi pêş xistin. Her wiha desntîşan kir ku ramanê Ocalan ji bo gelên cîhanê bi giştî û gelên herêmê bi taybet bûye pirek.

​​​​​​​Rewşenbîrên Ereb banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir
2 nîsan, 2022   03:33
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BERAKAT

4`ê Nîsanê, rojbûna rêber Abdullah Ocalan e ku ji 50 salan ve ji bo doza Kurd û gelên bindest tê dikoşe. Ocalan gelek têgehên fikrî, civakî, siyasî û felsefî bi pêş xistin, di encama komploya navneteweyî  ya 9`ê Cotmeha 1998`an de, di 15`ê Sibata 1999`an de dîl hat girtin.

Ruxmî mercên dijwar û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmarliyê de hatî ferzkirin, lê dîsa têkoşîna xwe ji bo gelê Kurd, gelên Kurdistanê û gelên Rojhilata Navîn didomîne. Rêber Ocalan têgeha neteweya demokratîk pêşkêş kir ku di cewherê xwe de xwe dispêre nirxên mirovahiyê, vîna gelan, azadiya jinan û biratiya gelan.

Têkoşîna domdar a gelê Kurd, Tevgera Rizgariya Kurdistanê û rêber Abdullah Ocalan bandor li beşeke fireh a civakên herêmî û cîhanî, bi taybet li rewşenbîr û akademîsyen kir. Rewşenbîr û akademîsyenên Ereb diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan ji bo mirovahî û nîştimanî tê koşiya. Divê azadîxwazên li cîhanê û saziyên hiqûqî û mirovî, yên fermî û nefermî yên Ereb piştgiriyê bidin doza rêber Abdullah Ocalan.

Ajansa me nêrîna gelek nivîskar, siyasetmedar, rojnamevanên Ereb der barê fikir û perspektîfên rêber Abdullah Ocalan de girtin.

Nivîskar û siyasetmedarê sûrî Mihemed Îsa:

Bê guman akademîsyen û rewşenbîr bi giştî bi awayekî şaş li rêber û ronakbîr Abdullah Ocalan dinêrin. Beşeke mezin ji wan, mîna têkoşerên din ku navên wan di dezgehên çapemeniyê de tên birêxistin, rêbertî wek têkoşerekî siyasî ku tevgera rizgariya gel bi rê ve dibe dibînin. Lê vê rastiyê ji bîr dikin ku girîngiya rêbertî ji vê bêtir e. Tevî rola wî ya têkoşer û pêşeng di Tevgera Rizgariya Kurdistanê de, wî gelek têgehên fikrî, siyasî û felsefeî bi pêş xistin. Ji ber wê em dikarin bêjin wî dibistaneke ramanê ava kir ku digihêje asta dibistanên fikrî yên navdar.  

Rêber Abdullah Ocalan, xwediyê nêrîna rexnegir a aboriya sosyalîzmê ye ku piştre veguherî kapîtlîsta dewleta keysbaz û qanûnên sûkê yên aboriya kapîtalîst şikandin û li şûna her duyan alternatîf danî; aboriya civakeke hevbeş ku tê de parastina ekolojiyê û avhewaya paqij şert danî. Rêber Abdullah Ocalan têgeha civaka exlaq û polîtîk û demokratîk pêşkêş kir. Konsepta dewletê bêrûmet dike û vê yekê li dijî qutuba civaka exlaqî ya polîtîk dibîne. Li gorî wî îhtîmal heye ku her du qutub heta astekê di bin pergala kapîtalîst de bi hev re bijîn. Di qada civakî de û di nûkirinên civaknasiyê de zanisteke girêdayî jin a bi navê jineolojî yan zanista jinê bi pêş dixe ku bi rêya wê jin roleke pêşeng a bêhempa di cîhanê de dilîze. Divê em slogana Ocalanî ji bîr nekin; Welatê azad tê wateya jina azad.

Di siyasetê de rêber Ocalan têgeha netewdewletê red dike û wek modeleke derexalqî bi nav dike. Ev têgeh tê wateya kontrolkirina komeke etnîkî yan jî olî ji bo pêkanîna berjewendiya çand an jî nirx û nasnameya komeke din. Mînak, netewdewleta erebî, pêkhateyên din ên ne ereb û çanda wan înkar dike û wan neçar dike ku xwedî li nasnameya erebî derkevin. Ocalan li şûna vê têgehê, modalea biratiya gelên azad di bin sîwana dewleta sivîl a laîk a demokratîk de pêşkêş kir. Ev pergal, mafên hemû pêkhateyan misoger dike. Wek encam, fikrê ocalanî, ji bo hemû gelan pirek e bi taybet gelên herêmê ku wan dibe cîhaneke azad û ji paşguhkirin û zulmê xilas dike. Doza rêber Abdullah Ocalan, doza gelên li gerdûnê ye ji ber xwe xwediyê teoriyeke gerdûnî û felsefeyeke rexnegir dibîne.

Nivîskarê ji Urdunê Redad Qeleb:

Azadî ji rêberê neteweyî Abdullah Ocalan re

Yekemîn rêber û damezrînerê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) sala 1978`an e ku hewl dide dewleteke demokratîk ava bibe ku cureyeke serxwebûnê dide kurdan û armanc dike civakekê ava bike ku wê bi hawîrdoreke demokratîk a azad bi nav dike.

Ocalan xwe nîşan dide ku nûnertiya nasnameyekê yan jî etnîkekê nake. Lê belê nûnertiya bindestan, paşguhkiran, kêmneteweyan û bawerî û pêkhateyên siyasî û çandî yên civaka Tirkiyê dike. Ew bi şerê li dijî keysbazî û cudakirinê ye û bi peydakirina jiyeneke bi rûmet û wekheviyê ji hemûyan re bawer dike.

Nivîskar û rojnamevanê ji Filistînê Sair Nofel Ebû Itêwî:

Abdullah Ocalan di girtîgeha Tirkiyê de girtî ye, bi xwe rêveber, têkoşer û mirovekî şoreşger e. Hewl dide hêviyên civaka xwe ya Kurd pêk bîne û di çarçoveya PKK`ê de armancên rewa yên gelê xwe pêk bîne. Ev partî bi helwest, endam û kadroyên xwe piştgiriya gelên bindest dike ku li serxwebûn, azadî û serdestiyê digere. Mînaka herî berçav a vê yekê, piştgiriya rêber Ocalan û partiya wî ji doza Filistînê û baweriya wan bi edaleta wê ye. PKK`ê li dijî dagirkeriya Îsraîlê li rex şervanên şoreşa Filistînê sekînin. Têkiliya biratiyê û têkoşînê ya di navbera şehîdê nemir serok Yasir Erefat û rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan de mînaka vê yekê ye.

Girtiyê di girtîgehên Tirkiyê de Abdullah Ocalan, sembola azad û rizgariyê ye,  li serxwebûna gel  û civaka xwe digere da ku xwedî nasnameyeke nîştimanî ya hevgirtî be, ji bo ku karibe civakeke kurdî ya siyasî û xwedî nêrîn û armanc ava bike. Armancên wî yekitî ne û li dijî cudabûna di navbera kurdan û pêkhateyên din ên siyasî û fikrî yên din de ye.

Divê tevahî azadxwazên cîhanê, saziyên hiqûqî û mirovî, aliyên fermî û nefermî yên erebî bikevin tevgerê û bi doza rêberê girtî Abdullah Ocalan re bisekinin da ku bêyî şertan bi lez serbest bê berdan. Her wiha bi rêya dîtina formeke erebî-kurdî ya hevpar piştevaniya wî were kirin ku civaka Kurd bibe civakeke hevgirtî û xwedî siyaseteke serbixwe û yekbûyî ku destekê dide hêviyên erebî yên heyî û yên pêşerojê. Divê rêbazên pêşxistina hevkariya erebî û kurdî yên hevbeş bên dîtin da ku Kurd bi awayekî domdar piştgiriyê bidin nêrîna erebî. Her wiha da ku hewîrdoreke giştî bi navnîşan hezkirin, lihevkirin, aştî û têkoşîna li dijî mezhebên tundrewî û terorê, ava bikin.

Azadî ji hemû dîlgirtiyan û girtiyên nêrîn û helwestên wan ên avakar re yên ku azadî, serxwebûn, ewlehî û aştiyê ji bo gelên herêmê û tevahî cîhanê xurt dike. Azadî ji rêber Abdullah Ocalan re.

 (şx)

ANHA