'Nêzîkatiyên cîhanê ya ji dosyaya DAIŞ'ê re fikaran çêdike'

Rexneyên ji ber necidiyeta civata navnegteweyî ya bi dosyaya DAIŞ’iyên girtî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re berdewam in. Siyasetmedar û rûspiyên eşîran li ser hiştina vê dosyayê bêyî çareserî hişyarî da.

'Nêzîkatiyên cîhanê ya ji dosyaya DAIŞ'ê re fikaran çêdike'
1 nîsan, 2022   23:40
HESEKÊ

Helwesta civata navneteweyî ya derbarê dosyaya çeteyên DAIŞ'ê yên girît û malbatên wan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hîna ne zelal. Civata navneteweyî di aliyê leşkerî de destek ji bo têkbirina DAIŞ'ê da, lê têkildarî çeteyên girtî û malbatên wan hîna tu helwest nedaye.

Piştî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di 23’yê Adara 2019’an de bajarokê Baxozê yê Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir, civata navneteweyî tu destekdayînên berbiçav ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re pêşkêş nekir.

Lê ruxmî bangên bênavber ên Rêveberiya Xweser, QSD’ê û qadên siyasî û civakî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku pirsgirêka DAIŞ’ê were çareserkirin, lê civata navneteweyî vê yekê paşguh dike. Li hember vê yekê metirsiyên welatiyan hene.

Rêveberiya Xweser di gelek boneyan de eşkere kir ku DAIŞ pirsgirêkeke navneteweyî ye. Ji bo vê yekê Rêveberiya Xweser li ser du xwestekên bingehîn israr dike, ya yekemîn avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyan û ya duyemîn jî dewlet welatiyên xwe yên çete vegerînin.

DAIŞ’ê di 20’ê Çileya îsal de, êrişeke mezin li ser girtîgeha Sînaa pêk anî.

Di 28’ê Adara borî de şaneyên girêdayî çeteyên DAIŞ’ê li kampa Holê êriş bire ser dewriyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn.

Hejmara girtiyên DAIŞ’ê nêzî 20 hezar e ku ji 53 nasnameyan in

Siyasetmedar û serokê Nivîsgeha Partiya Muhafezekaran a Hesekê Mihemed Birak der barê berdewama xeteriya çeteyên DAIŞ’iyên di girtîgehan û kampan de got: "Li Hesekê û Holê mayînên li ber teqandinê hene. Tê de girtîgeh hene û bi hezaran çete tê de girtî ne û di kampa Holê de jî bi hezaran jin û zarokên çeteyan hene."

Ji aliyekî din ve jî rûspiyê eşîra Şerabîn û endamê Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mihemed El-Ubêd got, ji ber neçareserkirina dosyaya DAIŞ’ê ew bi fikar in û wiha got: "Ev dosya li ser gelên herêmê û pêşeroja wê xeteriyeke mezin e. Êrişên terorî hene û her demekê şaneyên DAIŞ’ê tên livandin, çi li kampa Holê be yan jî bi rêya hewldana hedefgirtina girtîgehan be, mîna li girtîgeha Sînaa ya Hesekê çêbûye."

El-Ubêd wiha domand: "Di her êrişekê de hêzên me yên leşkerî û zarokên me û sivîl tên hedefgirtin. Ew jî bandoreke neyênî li îstîqrara herêmê û îstîqrara gelên wê dike, her wiha barekî mezin li ser Rêveberiya Xweser çêdike."

El-Ubêd destnîşan kir ku bêhelwestiya civata navneteweyî ji dosyaya DAIŞ’ê re jêdera xeteriya berdewam li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Serokê Nivîsgeha Partiya Muhafezekaran a Hesekê Mihemed Birak paşguhkirina bangên Rêveberiya Xweser re rexne kir û ev tişt got: "Civata navneteweyî li hember wan xwestekan bê deng e."

Birak bang li civata navneteweyî kir ku bi awayekî cidî li hember dosyaya çeteyên DAIŞ’ê û malbatên wan tev bigere, paşguh neke û berpirsiyariya xwe rake, mîna çawa welatiyên herêmê di têkbirina çeteyan û bidawîkirina wan ji aliyê erdnîgarî ve rakiriye.

Serokê Meclisa Olî ya Hesekê Mihemed Reşîd Ebdulezîz bang li civata navneteweyî kir ku çareseriyekê ji pirsgirêka çeteyên DAIŞ û malbatên wan re bibîne û wiha gotinên xwe bi dawî kirin: "Çareseriya yekane yan çeteyan û malbatên wan vegerînên welatên xwe yan jî dadgehên navneteweyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin avakirin ku çeteyan darizînin an jî desteka madî û manewî bide Rêveberiya Xweser da ku parastina ewlehiya welat were kirin û şane werin têkbirin."

(fr)

ANHA