Şerê li Ukraynayê; nakokiyên hêzên Ewropayê û Rûsyayê zêde dibin

Şerê li Ukraynayê berdewam e û nakokiyên dewletên rojavayî û Rûsyayê jî zêde dibin. Pûtîn biryar da ku ji roja înê û pê ve heqê gaza xwezayî bi rûble were dayîn. Almanya qebûl nake bi rûble heqê gazê bide û li ser îhtîmala rawestîna gaza Rûsyayê dest bi amadehiyan kir.

Şerê li Ukraynayê; nakokiyên hêzên Ewropayê û Rûsyayê zêde dibin
1 nîsan, 2022   10:59
NAVENDA NÛÇEYAN 

Şerê Ukraynayê ku 24'ê Sibatê dest pê kir, girantir dibe.

Seroê Ukraynayê Zelensky got Rûsya ji bo 'êrişên mezintir' xwe li rojhilatê welêt bi cih dike.

Rûsyayê hefteya çûyî bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku li Kîev û Çernihîvê wê tevgera leşkerî kêm bike û hêza derblêdanê bibe herêmên Donetsk û Luhanskê.

Zelensky got ev 'taktîk' e û wiha lê zêde kir: "Em pê dizanin ji herêmê ku me ew şikandine, dixwazin berê xwe bidin deverên din ên girtîngtir û ji bo vê ber bi lihevhatinê tên... Dibe ku ji bo me zor e. Li Donbass û Mariupolê, li aliyê Harkîvê, artêşa Rûs bi hêviya ku êrişên giran dê were ser, xwe xurt dike."

Rayedarekî Pentagonê diyar kir ku zêdekirina xebatên şer ên li herêma Donbassê ya ji aliyê Rûsyayê, îşaret bi şerê 'domdirêj' dike. Li gorî rayedarê amerîkî vekişîna hêzên Rûs a Çernobîlê û terikandina balefiraxneya leşkerî ya ji Gostomolê ya li rojavahiyê bakur ê Kîevê tê maneya 'ji nû ve bicihbûnê.'

Sefîrê Ukraynayê yê li Japonyayê Sergît Korsûnkiy diyar kir, ku welatê wî di demeke nêz de wê bigihêje wê astê ku li dijî êrişên Rûsyayê karibe qada xwe ya hewayî biparêze. Korsûnkiy ragihand, ku ew ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Ingilistanê li hêviya ekîbên leşkerî yên 'super modern' in. Sefîr got, "Dema ku moşekên seyirandinê avêtin divê em pêşî li wan bigirin. Ji ber vê jî hewcehiya me bi van çekên super modern heye."

Rayedarekî Rûs anî ziman, ku Ukraynayê roja Înê bi helîkoptêrê êriş aniye ser 'depoya petrolê' ya li bajarê Belgorodê ya li rojavayê Rûsyayê. Ji ber sedema êrişa ku bi du helîkoptêran hatî kirin di depoyê de şewat derketiye.

Her wiha Yekitiya Ewropayê (YE) hewl dide ku Çîn alîkariyê nede Moskovê. Bi vê armancê tê payinkiririn ku vê înê vîdeokonfranseke bê lidarxistin.

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn biryar li ser da ku ji roja înê (îro) û pê ve heqê gaza xwezayî bi rûble were dayîn. Almanya ku qebûl nekirî bi rûble heqê gazê bide, li ser îhtîmala rawestîna gaza Rûsyayê dest bi haziriyan kir.