Partiya Yekitiya Suryan peyama Cejna Akîto da

Partiya Yekitiya Suryan bi boneya cejna Akîto da daxuyanî da û got, divê çareseriyeke siyasî li Sûriyê pêk were ku salên şer ku bûne sedema koçberî û penabertiya bi milyonan bi dawî bibe.

Partiya Yekitiya Suryan peyama Cejna Akîto da
31 adar, 2022   20:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekitiya Suryan bi boneya cejna Akîto daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin:

"Cejna Akîto ji cejnên kevnare ku di dirêjahiya dîrokî de li ser xaka Mezopotamyayê tê pîrozkirin. Pîşiyên me Akad, Asur û Babilî vê rojê pîroz dikin. Ev cejn şahiya pêşwazîkriina sala nû ye. Di vê rojê de şahî û aynên cejnê tên lidarxistin. Îro jî gelê me yê Suryan ê Asûr li Sûriyê û hemû cîhanê bi vê mîrasa dîrokî ve girêdayî ye ku yek ji destkeftiyên mirovahiyê ji hezar salan û ji bo parastina sembola şaristanî û nirxa xwe dixebitin. Bi vê boneyê em Partiya Yekitiya Suryan gelê me yê Suryan ê li Sûriyê û cîhanê pîroz dikin û hêvî dikin ku ji bo tevahî welatiyên Sûriyê cejna xêr, aştî û ewlehî be.

Bi vê boneya neteweyî ya gelê me, sersala 6772’yan a Suryan, Asur  em teqez dikin ku pêwîstî bi dîtina çareseriyeke siyasî li Sûriyê heye ku salên şer ên ku bûne sedema koçberî û penabertiya bi milyonan bi dawî bibin û demokrasiyek li vî welatî mîsoger bibe. Her wiha da ku destpot, teror û her fikrê şovenîst ku yê din tune dike ji holê rabin. Di enamê de rê li pêşiya avabûna dewleta pirreng were vekirin ku hemû pêkhateyên neteweyî û olî di nav de mafên çandî, siyasî û civakî yê Suryan bi rêya destûra nû werin naskirin. Ev armancên me ne ku em ji bo pêkanîna wan tê koşiyan û tê dikoşin. Heman demê pêkanîna van armancan jî hevgirtin û lihevkirina hemû hêzên Sûriyê dixwaze û desteka civata navnetweyî ji bo van xebatan pêwîst e. Divê ev destekdayîn li gorî biryarên navneteweyî be û dûrî ajnîdeyên herêmî û navnetweyî bin ku bûne sedema dirêjkirina temenê aloziyê.

Ji bingehê armancên neteweyî û nîştimanî yên partiya me, em dibînin ku yekitiya neteweyî ya di navbera partiyên gelê me de gaveke girîng e ku dikare xebatên me bi awayekî aktîf ber bi doza gelê me li Sûriyê ve pêk bîne, mafên rewa werin bidestxistin. Lê ev yek jî di çarçoveya xebata li ser yekkirina hêzên siyasî li Sûriyê de pêk tê, da ku nêrîneke siyasî ji bo pêşeroja Sûriyê û xebateke hevbeş hebe. Lê pêdiviya wê bi guhartinên bingehîn ên ber bi dewleteke demokrat a pirrengî ya nenavendî heye. Ji lew re em îro gavên girîng bi Rêxistina Asûrî ya Demokrat re di çarçoveya lihevkirina li ser dozên neteweyî, nîştimanî û xebata hevbeş de pêk tînin ku dikevin xizmetî dozên gelê me yê Suryan li herêmên Rêveberiya Xweser bi giştî. Ew yek jî berpirsiyartiyên me yên yekemîn li hember gelê me, şehîd û nifşên pêş in."

(fr)       

ANHA