Malbatên girtiyên li Îmraliyê serlêdaneke din kir

Malbata rêber Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.

Malbatên girtiyên li Îmraliyê serlêdaneke din kir
1 nîsan, 2022   10:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn ji bo karibin roja duşemê hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Malbatan bi rêya Serdozgariya Komarê ya Bûrsayê serî li Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê jî dan.