​​​​​​​Cahid Hesen: Şerê cîhanê yê sêyemîn bi destwerdana li Kuwêtê dest pê kiriye

Cahid Hesen got: "Şerê li Ukraynayê encama xitimandina alozî û şerên li Rojhilata Navîn e û xwezaya mirovî modela netewdewletê qebûl nake ku li ser wê bi giştî bûye bela."

​​​​​​​Cahid Hesen: Şerê cîhanê yê sêyemîn bi destwerdana li Kuwêtê dest pê kiriye
1 nîsan, 2022   01:44
REQA-ZANA SEYDÎ

Alîkarê sekreterê giştî yê Partiya Sûriya Pêşerojê Cahid Hesen ji ajansa me re axivî û behsa aloziyên li cîhanê rû didin kir.

`PERGALA HEYÎ LI SER AFIRANDINA PIRSGIRÊK Û GURKIRINA NAKOKIYAN XWE LI SER LINGAN DIGIRE`

Cahid Hesen di destpêka axaftina xwe de got: “Çareseriyên ku ji bo pirsgirêkên li herêmê hatin dîtin demkî ne û temenê wan 10 yan jî 15 sal e. Li piraniya herêmên ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn alozî lê hebûn, alozî berdewam in. Ne têkoşîna di bin navê sosyalîzmê ne jî modela netewdewletê û ne heta îslama siyasî, aloziyên di civakan de çareser nekirin. Pergala heyî bi rêya afirandina pirsgirêkan û gurkirina aloziyan li piraniya welatên cîhanê xwe li ser lingan digire.”

Hesen destnîşan kir ku nijadperestî û olperestî ji girîngtirîn sedemên tundî û aloziyên li herêmê ye. Li rex wê jî, encamên şerên cihanê yên yekemîn û duyemîn trajedîk bûn û heta niha bandor li cîhanê dikin. Nexasim ku piştî her du şeran tu çareseriyên bingehîn pêk nehatin.

`ŞERÊ CÎHANÊ YÊ SÊYEMÎN JI 3 SERDEMAN VE DEST PÊ KIRIYE`

Cahid Hesen îşaret pê kir ku afirandina pirsgirêkan û birêvebirina wê bi rêbaza ku dixwazin, berê û niha jî planên hêzên cîhanê ne, piştî hilweşandina Yekitiya Soveyt û Hevbendiya Warsoyê, Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ji 3 serdeman ve dest pê kiriye.

Hesen di nav axaftina xwe de diyar kir ku ew ne bi nêrîna ku şerê Rûsya-Ukrayna destpêka şerê cîhanê yê sêyemîn bi nav dike û wiha domand: “Şerê cîhanê ji şerê kendavê yê duyemîn dest pê kir, dema Iraq destwerdana Kuwêtê kir. Hilweşandina pergala Sadam Huseyn destpêka aloziyeke din li welêt bû. Ev alozî derbasî dewletên din ên Ereb ên Afrîkayê bû, mîna Misir, Lîbya û Tunisê. Ev alozî li Sûriyê û Iraqê berdewam dike, li gel ku tu çareserî di asoyan de xuya nake. Li her du welatan gelek pêkhate û ol hene ku ji ber modela netewdewletê di nav aloziyan de ne.”

Hesen wiha domand: “Modela netewdewletê di sedsala dawîn de piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn bi pêş ket. Di sedsalî de xuya bû ku ev model êdî li ser mirovahiyê bûye bela. Heke em vê modelê bi temenê mirovahiyê û pêşketina wê bidin ber heve, xuya dibe ku nayê qebûlkirin û ne layîqî mirovahiyê ye. Ji ber di encamê de gelek kareset û alozî li cîhanê pêk hatin û bû sedema parçebûna civakan. Xwezaya mirovî pergaleke wiha qebûl nake.”

`ŞERÊ LI UKRAYNAYÊ BI XITIMANDINA ALOZIYÊN LI ROJHIALTA NAVÎN VE GIRÊDAYÎ YE`

Der barê şerê li Ukraynayê de Cahid Hesen got: “Hikumeta Ukrayna bi serkêşiya Volodimir Zelensky gelê ukraynayî bi tehûlkeyê û xetereyeke mezin re rû bi rû hiştin. Xuyaye ku hikumet hevsengiyên cîhanî û aloziyên dîrokî û yên heyî baş nenirxandiye. Ukrayna bû qurbana sozên mîna tevlêkirina Yekitiya Ewropayê (YE) û NATO`yê. Ruxmî her tiştî lê gelê Ukraynayê windakera herî mezin e.” 

Hesen wiha pê de çû: “Şerê li Ukraynayê encama xitimandina alozî û şerê li Sûriyê û Iraqyê ye. Ew li rêyekê digerin. Piştî 19 salan, hêzên cîhanî li Iraqê gihaştin rêyeke girtî û nema dikarin aloziyên wê çareser bikin. Her wiha piştî 11 salan li Sûriyê jî dikarim bêjin ku hêzên çalak nikarin çareseriyekê ji aloziyê re bibînin. Li ser vê esasê, hemû hesab û agirê nakokiya cîhanî veguhestin Ukraynayê.”

`HEVBENDIYA GELAN Û AVAKIRINA PERGALA PARASTINÊ GELEK GIRÎNG IN`

Cahid Hesen behsa rêbazên parastina hebûna gelan li gel aloziya cîhanî kir û got: “Şerê li Ukraynayê ji hemû gelan re peyameke diyar e ku pergala parastinê gelek girîng e. Cîhan di aloziyeke herî dijwar re derbas dibe. Divê li Rojhilata Navîn û Bakur û Rojhilatê Sûiryê û pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb û Suryan hevgirtî bin da ku li hember mîna van şer û aloziyan li ber xwe bidin. Divê şerê gel ê şoreşger bikin esasa parastinê. Ji bilî vê yekê dê bi qirkirinê re rû bi rû bimînin. Ev nayê wateya ku têkiliyên bi derve re qut bikin, lê belê hevsengiyan baş binirxînin û têkiliyan ava bikin lê pişta xwe nedin tu alî.”

Di dawiyê de Cahid Hesen got: “Divê projeya neteweya demokratîk a rêber Abdullah Ocalan, wek projeya xilaskirina mirovahiyê esas bê girtin. Ji bo gelên Rojhilata Navîn ev modela herî guncew û ya rast e. Êdî modela netewdewletê bi bin ketiye.”

(şx)

ANHA