Arteşa Iraqê ji bo dorpêçkirina Şengalê têl şandin

Arteşa Iraqê bi dehan kamyon ku têl lê bar in ji navçeya Sinunê berbi sînorê Şengal û Rojavayê Kurdistanê ve şand.

Arteşa Iraqê ji bo dorpêçkirina Şengalê têl şandin
31 adar, 2022   17:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Iraqê ji bo zext û dorpêçkirina li ser Şengalê girantir bike serî li rê û rêbazên nû dide. Ev nêzî mehekê artêşa Iraqê ketiye nav hewldaneke nû ku bi taybet ji milê sînorê Rojavayê Kurdistanê ve, derdora Şengalê bi têlan dorpêç bike.

Li gor plansaziya artêşa Iraqê wê têl 5 km ji sînor dûr were danîn. Li gor vê projeyê, wê ji xeta Medîban heya gundê Bîr Qasim a navşeya Sinûnê têl were kişandin. Li Şengalê, dema ji xeta sînor 5 km bikeve hundir, mirov nêzî Xanesor û Sinûnê dibe.

Çavkanî: Rojnews